Ji TEV-ÇAND’ê têkildarî êrişên li ser çanda Kurdî daxuyanî
TEV-ÇANDˊê têkildarî êrişên li ser çanda Kurdî daxuyaniyek da û got: "Em bang li gelê xwe dikin ku li hember van êrişan bi yekîtî û rihekî neteweyî tev bigerin."
Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo, bi beşdariya endam û rêveberên TEV-ÇANDˊê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Desteya Çand û Hunerê, Dîwana Wêjeyê, Meclîsa Çand û Hunerê û Yekitiya Hunermendan hat dayîn.
Hevserokê TEV-ÇAND’ê ya Kantona Cizîrê Keder Hisên daxuyanî xwend.
Keder Hisên bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker, li Bakûrê Kurdisatanê ên li ser çanda Kurdî û destnîşan kir ku armancên van êrişan; çand, huner û zimanê Kurdî tune bikin.
Keder Hisên da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst û qirker bi van kiryaran dide xuyakirin ku ji polîtîkeya qirkirina gelê Kurd gavek jî paş de neavêtiye û bi bîr xist ku welatê wan dişewîtînin, goristanên wan xirab dikin, stranên Kurdî qedexe dikin, nasnameya wan, çanda wan nas nakin û êrişên faşîst dibin ser nirxên gelên Kurd, her wiha bêrumetî, bêdîrokî û bêçandiyê li ser wan ferz dikin.
Hisên diyar kir ku ew weke gelê Rojavayê Kurdistanê, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê; hunermend, rewşenbîr, wêjevanê vî gelî, van êrişên bêexlaq ên dewleta Tirk a faşîst bi tundî şermezar dikin û berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê pîroz dikin û destnîşan kir ku her gel û civak hêja ye ku bi çand, ziman û hunera xwe azad bijî.
Di berdewama daxuyaniyê de Hisên bal kişand ser tecrîda Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku bi hevkariya PDK’ê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û ên li ser Başûrê Kurdistanê jî di heman konseptê de tên pêşxistin.
Keder Hisên di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd kir û ev peyam da:
“Em bang li gelê xwe dikin ku li hember van êrişan bi yekîtî û rihekî neteweyî tev bigerin. Li hember polîtîkayên asîmîlesiyon û qirkirinê em helwestên xwe zelal bikin. Hevkarî û xiyanetê di nav xwe de nehewînin. Bi rihekî welatparêzî û bi îradeyeke azad li hemû nirxên xwe xwedî derkevin. Ji heqîqeta gelekî azad bi hêztir ti hêz nîn e. Careke din, em van êrişan şermezar dikin û em dibêjin ku em ê stranên xwe bigîrin, govendên xwe bigerînin, cil û bergên xwe li xwe bikin, zimanê xwe biaxivin û li çand û nasnameya xwe di her şert û mercî de xwedî derkevin.”
Piştî ku daxuyanî hat xwendin bi cil û bergên Kurdî û li ber stranên gelerî govend hat gerandin û dirûşmên “Bê Çand Jiyan Nabe” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
(bm)
ANHA