Ji merasîma sersaxiyê: Em li ser şopa şehîdên xwe ne
Şêniyên kantona Minbicê sersaxî da malbatên herdu şehîdan Luey Seîd û Ebû Leyla. Şêniyan got ew li ser şopa şehîdên xwe ne.
Şêniyên kantona Minbicê ji bo sersaxiya şehîd Luey Mihemed Seîd û şehîd Ehmed El Berho (Ebû Leyla) berê xwe da her du konên sersaxiyê.
Di merasîmên sersaxiyê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Rêxistinên Civaka Demokratîk, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê û rûspiyên eşîran beşdar bûn.
Konê sersaxiyê yê şehîd Ehmed El Berho li nêzî mala malbata wî li ser rêya Bîzar a li aliyê rojhilatê bajêr hat vedan û konê şehîd Luey Mihemed Seîd jî li taxa Hezawne ya naverasta bajêr hat vedan.
Her du endamên Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd Bekar û Nîzar Derwîş di merasîmê de axivîn û got: "Şehîd rêberên têkoşîn û fedakariyê ne. Bi saya wan ewlehî û aramiya ku gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de dijîn, hatine pêkanîn."
Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Elaa jî soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan ên parastina xak, gel û rizgarkirina wan, nû kir.
Endamê Nivîsgeha Ciwanan a Meclisa Minbicê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Nasir Himêdî axivî û soza domandina têkoşînê heta dawiyê da.
Her wiha rêvebera Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sivîl a Minbicê Sîham Şêxo diyar kir ku şehadet ji bo şêniyan cihê serbilindiyê ye, ew şêniyên ku ji bo azadî û ewlehiya xwe fedakariyê dikin.
Li bin konê sersaxiyê yê şehîd Ebû Leyla, apê şehîd Mihemed El Berho axivî û destnîşan kir ku ew ê ji bo rizgarkirina herêmê ji dagirkerên wek Erdogan her tiştî bikin.
Merasîm bi siloganên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.
(mh)
ANHA