Rojnameyên erebî: Gelo piştî Beyrûtê Til Evîv jî dê were topbarankirin?

Rojnameyên erebî vê sibê di weşanên xwe de cih da kuştina Îsmaîl Heniye û naskirina Fransayê ya plana Mexribê ya têkildarî çolistana rojava û êrişa li Mecdel Şemsê.

Rojnameyên erebî: Gelo piştî Beyrûtê Til Evîv jî dê were topbarankirin?
31 tîrmeh, 2024   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Gelo piştî Beyrûtê, Til Evîv jî dê were topbarankirin?” weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku dê bersivandina piştî êrişa li Mecdel Şemsê ne wekî yên berê be û dê bi xwe re pêşketinên xeternak bîne. 

Di rojnameyê de hate destnîşankirin cara yekê ye Îran aşkera radigihîne ku dê destwerdanê li şerê li Lubnanê bike û ev yek di daxuyaniya wê ya “Her êrişeke li dijî Lubnanê dê bihêle Îran destwerdanê bike" de diyar bû.

Di rojnameyê de hate diyarkirin Îran nikare di salekê de 2 hevalbendan ji dest bide û dê hewl bide Hizbullahê biparêze. Di heman demê de dev ji Hemasê berda, ji ber ku Xeza herêmeke doprêçkirî ye û Hizbullah ji bo Îranê ji Hemasê girîngtir e.

Rojnameya El Nehar jî bal kişand ser kuştina serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê û da zanîn ku Îran bi xetereyeke ewlehiyê ya herî mezin e re rû bi rû ye ku Îsraîlê ewlehiya wê têk biriye û Heniye li Tehranê kuştiye.

‘NASKIRINA ÇOLISTANA ROJAVAYÎ’

Rojnameya El Ereb El Londoniye di nûçeya xwe de diyar kir ku serokê Fransayê plana Mexribê ya têkildarî çolistana rojavayî nas kiriye û dê ev rê veke ku Ewropa bi giştî vê planê nas bike.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û hin dewletên Ewropayê û yên Afrîka û Asyayê însiyatîfa rêveberiya Rîbatê nas kiribû û wek bingeha çareseriyê dîtibû.

(şx)