Ji Îranê daxuyaniya têkildarî kuştina serokê Hemasê

Îranê piştî kuştina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye daxuyaniyek da û got "Xwîna Heniye li erdê namîne."

Ji Îranê daxuyaniya têkildarî kuştina serokê Hemasê
31 tîrmeh, 2024   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hemasê ragihand ku serokê Nivîsgeha Siyasî ya tevgerê Îsmaîl Heniye li paytexta Îranê Tehranê hatiye kuştin.

Li gorî malpera Nour News a Îranê, Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê kuştina Heniye li Tehranê wek "qumareke xeternak ji bo têkbirina Îranê" wesifand û diyar kir ku "berdêla derbaskirina xetên sor her tim biha ye".

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kananî jî got: "Xwîna Heniye li erdê namîne."

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê yên fermî ku daxuyaniya Kananî parve kir ku gotiye: "Kuştina Heniye dê têkiliya di navbera Tehran, Filistîn û berxwedanê de xurttir bike. Ji mafê berxwedana Filistînê ye ku kesên Heniye kuştiye, ceza bike."

Her wiha Artêşa Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku "bûyera kuştina Heniye li Tehranê lêkolîn dike û dê piştre encamên lêpisînê aşkera bike."

(şx)