RSF: Divê Silêman Ehmed demildest were berdan
RSF’yê cezayê ku desthilata PDK’ê li rojnamevan Silêman Ehmed biriye şermezar kir û xwest Silêman Ehmed demildest were berdan.
![RSF: Divê Silêman Ehmed demildest were berdan](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_66a8dcab1ac60.jpg)
Dadgeha Dihokê ya girêdayî desthilata Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) duh 3 sal ceza li rojnamevan Silêman Ehmed birîbû. Gelek saziyên çapemeniyê û hiqûqî bertek nîşanî biryarê dan.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) li ser mijarê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê X’ê weşand.
Di dauxyaniyê de hate gotin: "Rojnamevanê Kurd ê ji Sûriyeyê Silêman Ehmed ku li Ajansa Rojnewsê kar dike, bi tawanên derew ên endamtiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) 3 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. RSF vî cezayê neheq şermezar dike û bang dike ku Silêman Ehmed demildest serbest were berdan.”
(bb)