2 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê şehîd bûn

HRE’yê da zanîn ku şervanê wan Dilsoz Reco di şerekî li dijî dijmin de û şervanê wan Çekdar Kobanê jî di encama nexweşiyekê de, 29’ê Tîrmehê şehîd bûne.

2 şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê şehîd bûn
31 tîrmeh 2024   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta 2 şervanên xwe ragihand.

Daxuyaniya HRE’yê ya li ser mijarê wiha ye:

“Hevrêyên me Dilsoz Reco û Çekdar Kobanê 2 lehengên azadiyê bûn ku ji hembêza vî gelê berxwedêr û serhildêr derketibûn ser rêça azadiyê. Ji şerê Helebê heta rizgarkirina Şehbayê û şerê li dijî DAIŞ’ê yê sala 2016’an de û di pêvajoya Berxwedana Serdemê ya Efrînê de bi erkên xwe yên mirovî rabûn. Bi taybetî piştî ku şerê me yê rizgariyê li hemberi dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de dest pê kir, hevrêyên me beşdarî nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê bûn. Ji bo ku li hember êrişên li ser gelê me bibin bersiv li kêleka hevrêyên xwe di eniyên herî pêş de cihê xwe girtin.

Di 29’ê Tîrmehê de li herêma Efrînê de di navbera tîmeke me û dijmin de şer û pevçûn derket. Di encama pevçûnê de hevrêyê me Dilsoz bi fedayî şer kir û tev li karwanê nemiran bû. Hevrêyê me Çekdar Kobanê jî di encama nexweşiyê de 29’ê Tîrmehê li herêma Efrînê şehîd bû.

Hevrêyê me Dilsoz Reco bi navê xwe yê rast Mihemed Şêx Dada ku ji bajarê Efrînê ye, dema şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê dike, weke ciwanekî kurd ê xwedan şeref û rûmet berê xwe dide çeperên şer. Bi taybetî li eniyên herî pêş ên Heleb, her wiha pêngava rizgarkirina Şehbayê û di heman demê de di şerê berxwedana serdemê de li kêleka hevalên xwe mil bi mil parastina xaka welat kir. Rêheval Dilsoz ji roja ku tevlî nava refên şoreşê bûye, derbasê ku derê bûye çi erk û wezîfeyên demê pêwîst kir pêra rabû û xwe ti deman neda aliyekî. Li her demê li refên pêş têkoşîn û berxwedaniyekî bê hemba ji bo azadiya gel û mirovahiyê raber kir. Bi taybetî piştî dagirkirina bajarê Efrînê dema gelê me neçarê koçberiyê hate kirin di dil û mejiyê xwe de êş û azara ku li ser gelê me tê kirin carekî din jî dît û hîs kir, ji ber vê yekê jî her demê kîn û hêrsa tolhildanê di hevrê Dilsoz de zindî bû. Li ser wan esasan jî berê xwe da ser dijmin û wisa gihaşt şehadetê.

Hevrê yê me Çekdar Kobanê jî ku ew jî zarokê Efrîna berxwedêr û serhildêr e, di malbatekî ku dilsozên tevgera azadiyê ne ji dayik dibe û li ser wan esasan jî dema mezin dibe ev yek li ser kesayeta hevrêyê me bandor dike. Bi taybetî çawa dema şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêkhateyên herêmê ve destpê kir, ji bo parastina destkeftiyên şoreşê keç û xortên dilwêrek xwe feda kirin û berê xwe dan çeperên şer. Hevrê Çekdar jî yek ji wan hevalan bû li eniyên şer cihê xwe girt, bi taybetî di berxwedana serdemê ya Efrînê de li rex hevalên xwe li hemberî dagirkeran şer kir. Di gelek qonaxên şoreşê ên zor û zehmet re derbas bû û bû şoreşgerekî mînak. Bi sekn û jiyana xwe di nav hevalên xwe de hat hezkirin.

Em weke hevrêyên wan soz didin ku em ê bibin layiqê jiyan û mîrateya ku hevrê Dilsoz û Çekdar dewrî me kirin, em ê teqez xeyal û armancên wan bi serkeftinê ve tacîdar bikin. Li ser van esasan, em di  serî de ji malbatên hevrêyên xwe yê hêja Dilsoz û Çekdar û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Dilsoz Reco
Nav û Paşnav: Mihemed Şêx Dada
Navê Dayikê: Heyat
Navê Bav: Mistefa
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 29 Tîrmeh 2024

Nasnav: Çekdar Kobanê
Nav û Paşnav: Xebat Îbrahîm
Navê Dayikê: Semîra
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 29 Tîrmeh 2024