DYA’yê hêzên Heşdî Şebî bombebaran kirin: 4 kes hatin kuştin

DYA’yê şeva borî baregeheke Lîwaya 47’an a Heşdî Şebî ya li parêzgeha Babîlê ya Iraqê bombebaran kir û di encamê de 4 çekdarên Heşdî Şebî hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

DYA’yê hêzên Heşdî Şebî bombebaran kirin: 4 kes hatin kuştin
31 tîrmeh 2024   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Iraqê der barê êrişeke nû ya li ser çekdarên Heşdî Şebî ya li navçeya Curif Sexerî ya li parêzgeha Babilê de agahiyên nû belav kirin.

Hate diyarkirin ku derengiya şeva borî artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) baregeheke Lîwaya 47’an a Heşdî Şebî ya li Curif Sexerî bombebaran kir.

Her wiha hate ragihandin ku di encama bombebaranê de 4 çekdarên Heşdî Şebî hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye ku aloziya şerê Îsraîl û Hemasê û li aliyekê aloziya DYA û komên çekdar ên alîgirên Îranê her ku diçe zêdetir dibe. Li aliyê din jî tevî hikumeta Iraqê daxwaza vekişîna hêzên DYA’yê kir jî, lê DYA bi hinceta hebûna çeteyên DAIŞ’ê vê dosyayê bi paş de dixe.