Meclisa Jinan a PYDˊê komxebatek li dar xist

Meclisa Jinan a PYD’ê, bi boneya 10’emîn salvegera fermana Şengalê bi diruşma “Bi îradeya jina azad em ê qirkirin û dagirkeriyê têk bibin û destkeftiyên Şoreşê biparêzin” komxebatek li dar xist.

Meclisa Jinan a PYDˊê komxebatek li dar xist
Meclisa Jinan a PYDˊê komxebatek li dar xist
Meclisa Jinan a PYDˊê komxebatek li dar xist
Meclisa Jinan a PYDˊê komxebatek li dar xist
Meclisa Jinan a PYDˊê komxebatek li dar xist
Meclisa Jinan a PYDˊê komxebatek li dar xist
Meclisa Jinan a PYDˊê komxebatek li dar xist
Meclisa Jinan a PYDˊê komxebatek li dar xist
31 tîrmeh 2024   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), bi boneya 10’emîn salvegera fermana Şengalê bi diruşma “Bi îradeya jina azad em ê qirkirin û dagirkeriyê têk bibin û destkeftiyên Şoreşê biparêzin” li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk a Kebaba ya bajarê Hesekê komxebatek li dar xist. Gelek siyasetmedarên jin, saziyên civak sivîl û rêxistinên jinan beşdarî komxebatê bûn.

Komxebat bi du sernavên ‘Qirkirin û tunekirina jinan’ û ‘Di çanda parastina rewa de jin û parastin’ hat lidarxistin.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Fîdan Efrîn da zanîn ku daxwaza hêzên desthilatdar ew bû ku di şexsê jinan de civakê tune bikin û wiha got: “Komkujiya Şengalê ji aliyê dewletan ve bi rêya çeteyên DAIŞ’ê hat kirin. Armanc di şexsê jinê de tunekirina civaka Kurd bû, di pêşengiya YBŞ û YJŞ’ê de nekarîn bigihijin armanca xwe. Civaka Êzidî gelek êş kişandiye û encamên vê êş û azaran hîna jî didome. Rêxistinbûyîna jinên Êzidî gaveke dîrokî ye û ev pêngav wê wan ji komkujiya ku bi salan e li ser wan tê meşandin biparêze. Em têkoşîna jinên Êzidî silav dikin, em dikarin bibêjin ku YPJ û YPG li cihê ku pêwîstî bi parastinê hebe, erka xwe ya parastinê bi cih tînin.”

Beşa yekemîn a bi sernavê ‘Qetilkirin û tunekirina jinan’ ji aliyê Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ahîn Elî ve hat nirxandin. Axîn Elî wiha got: “Bi hezaran salane siyaset û planek li ser jin û civakê tê meşandin, ev siyaset bû sedem ku jin ji rastiya xwe dûr bikevin, dîroka xwe winda bikin û bê nasname bimînin. Çima jin bû hedefa desthilatdaran? Ger em li dîrokê vegerin em dibînin ku jin xwedawend, pêşeng û afirîner bûn û ji ber wê jî jin bûne hedef. Siyasetên hatin meşandin jin ji xwedawendan kirin makîneyên malê. Lê piştî naskirina zanista jinê ku bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket holê, jin li cewher, dîrok, nasname û hebûna xwe vegeriyan. Ev zanist, li dijî hişmendiya baviksalarî ya ku heta îro tebeqeyên civakê pêk aniye, têkoşîneke mezin e. Zanista jinê di dilê her jinekê de îrade û hêzê ava dike û ji bo parastina jinê ji qirkirinê, zanîna vê zanistê û rêxistinbûna jinê ya li ser vê zanistê wê jinê ji tunekirinê rizgar bike û civakek zana ava bibe. Ji bo vê jî pêwîste jin li ser rêya vê zanistê asta têkoşîna xwe mezin bikin û bi israreke mezin azadiyê bidest bixin.”

Jinan piştre beşa yekem nîqaş kirin û bal kişandin ser hêzên serdest ên kevneşopî, ol û zagonên eşîran ku bûne sedema qirkirin û tunekirina jinan.

Beşa Duyemîn a bi sernav ‘Di çanda parastina rewa de jin û parastin’ ji aliyê Rêveberiya Komîteya Perwerdê Firyal Ehmed ve hate vekirin. Firyal Ehmed wiha got: “Parastina mafê rewa mafê her zindiyê ye. Çeka parastinê ya jinan jî hişmendî, zanist û rêxistinbûyîne. Beriya şoreşê jin rastî her cure tundiyê dihat, lê piştî şoreşê guhertin çêkirin û zanîna xwe berfireh kirin. Îro li ser axa me şerek qirêj tê meşandin, wek jin erka me ye ku parastina rewa pêkbînin.”

Beşa duyemîn bi nêrînên jinan ên li ser parastina destkeftiyên Şoreşa Jinê di qada rêxistinî de, yekitiya jinan, xwedîderketina li dîrok û nasnameya jinê li ser esasê xweparastinê û vekirina dewreyên perwerdeyê di civakê de, bi dawî bû.

Hevseroka Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanê Mizgîn Zêdan diyar kir ku ji dîrokê heta niha siyaseta qirkirin û îmhayê li ser gel tê meşandin û wiha dewam kir: “Ger em vegerin dîrokê em ê bibînin ku li ser hemu civakan qirkirin û tunekirin hatiye pêkanîn. Ev qirkirin buye sedem ku gelek pêkhateyên ku dîrok, nasname û çanda xwe winda kirine, tune bibin. Em dibînin ku parastina dîrok, çand û nasnameya gelan bi xweparastin û rêxistinbûnê pêk tê. Siyasetên qirkirinê bi taybetî di şexsê jinan de tên meşandin, ji ber ku yê xwedî li dîrok û nasnameya gelê xwe derdikeve û hewl dide wê biparêze jin e, ku weke mînak rola jinê di Şoreşa Rojava de.”

Endama Partiya Yekitiya Suryan Newal Selûm bal kişand ser komkujiya 1915’an û wiha got: “Komkujiya ku di sala 1915’an de li dijî gelê Suryan û Ermeniyan pêk hat, ji aliyê Osmaniyan ve ji bo tunekirina civakê hat kirin. Ev komkujî bû sedem ku civaka Suryan û Ermenî ji dîrok û rastiya xwe qut bibin û dinava pêkhateyên din de bihelin. Lê belê bi avakirina Rêveberiya Xweser re derfet ji pêkhateyên herêmê re hate vekirin ku di felsefeya azad de xwe birêxistin bikin û li hev kom bibin û dîroka xwe biparêzin. Ji bo parastina van destkeftiyan divê em qada xwe ya parastinê bi hêz bikin û pêş bixin. Ya girîngtir vekirina dewreyên perwerdeyê û pêşxistina zanista civakî ya li ser bingeha zanista jinê di civakê de ye.”