`Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan divê gel têkoşînê mezin bike`
Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk konserek li dar xist. Di konserê de gelek peyam hatin dayîn ku divê gelê têkoşînê mezin bike ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin.
Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk di çarçoveya pêngava naveteweyî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" konserek li hola Seyran a bajarê Amûdê li dar xist.
Şêniyên bajêr û bajarokên girêdayî Amûdê, endamên saziyên civaka sivîl, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û Yekitiya Rewşenbîran a Amûdê tev li çalakiyê bûn.
Di konserê de gelek peyam hatin dayîn ku divê gel têkoşînê mezin bike ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin û destkeftiyên şehîdan bên parastin.
Her wiha Koma Komîna Govendê ya kantona Cizîrê, Koma Botan a Stranan, bernameyên xwe pêşandan.
Di dawiya konserê de beşdaran li ber stranên hunermend Îbo Can govend gerand.
(şx)