Desteya Tenduristiyê dê kongreyekê ji bo nîqaşkirina encamên tecrîdê li dar bixe

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sibe li Hesekê kongreyekê ji bo nîqaşkirina encamên tecrîda li Îmraliyê li dar dixe.

Desteya Tenduristiyê dê kongreyekê ji bo nîqaşkirina encamên tecrîdê li dar bixe
31 tîrmeh 2024   15:06
HESEKÊ

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo nîqaşkirina encamên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê tenduristî ve, kongreyekê li dar dixe.

Kongre dê li Navenda Serdam a bajarê Hesekê bi dirûşma "Tecrîd gefa herî mezin a li ser tenduristiya mirov e û binpêkirina mafê herî sereke yê jiyanê ye" li dar dixe. Dê 500 bijîşk, hiqûqnas, nûnerên saziyên civaka sivîl ên herêmê û ji derveyî wê tev lê bibin.

Rêber Abdullah Ocalan ji zêdetirî 24 salan ve li girtîgeha Îmraliyê dîl hatiye girtin. Herî dawî 7`ê Tebaxa 2019`an parêzerên wî Rezan Sarica û Newroz Uysal karî hevdîtinê pê re bikin. Her wiha 25`ê Adara 2021`an bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re heta 5 deqeyan axivî û peywendî hatibû birîn. 

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, heftane 2 daxwaznameyên hevdîtinê didin nivîsgeha serdozgeriya giştî ya li bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê û gerînendetiya girtîgeha Îmraliyê. Her wiha malbat jî hefteyê 2 daxwaznameyên hevdîtinê didin. Lê heta niha ev daxwazname bê bersiv in.

(şx)

ANHA