Piştevaniya Lezgîn têkiliya xwe bi hewldana suîqastkirinê re derewand
Şêwirmendê Hêzên Piştevaniya Lezgîn diyar kir ku tu têkiliya wan bi êrişa 2 balafirên bêmirov li dijî baregeheke leşkerî ya li rojhilat Sûdanê tune ye.
Şêwirmendê Hêzên Piştevaniya Lezgîn li Sûdan ji Reutersˊê re got, "Têkiliya Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi êrişa 2 balafirên bêmirov li dijî baregeheke leşkerî ya li rojhilatê Sûdanê, di dema serdsana fermandarê artêşa Sûdanê de, tune ye."
Artêşa Sûdanê ragihand ku fermandar Ebdulfetah El Burhan ji êrişa 2 balafirên bêmirov ku merasîma derçûna leşkerî hedef girtibû, rizgar bû û di encama êrişê de 5 kes hatin kuştin.
Artêşê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 2 balafirên bêmirov piştî merasîm bi dawî bû, bajarokê Cibêt ê li rojhilatê Sûdanê armanc kirin.
(fr)