Alîkariyên mirovî derbasî Xezayê bûn

Piştî ku artêşa Îsraîlê agirbesteke demkî ji bo hêsankirina derbaskirina alîkariyan ragihand, vê sibehê karwanên alîkariyên mirovî ji Îmarat, Misir û Urdinê ber bi şerîda Xezayê ve ketin rê.

Alîkariyên mirovî derbasî Xezayê bûn
27 tîrmeh, 2025   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê di bin zexta navneteweyî ya zêde û rewşa mirovî ya xirab a li Xezayê de, îro li çend deverên Xezayê "agirbesteke mirovî" ya demkî ragihand. Agirbestji îro saet di 10.00`ê de dest pê dike û heta êvarê berdewam dike.

Piştî ragihandina agirbestê ji Îmarat, Misir û Urdinê kamyonên alîkariyên mirovî ber bi Xezayê ve ketin rê.

Ji Îmratê 25 kamyonên alîkariyan di deriyê Refeh re derbasî Xezayê bûn. Di kamyonan boriyên ava vexwarinê hene. Armanc ji vê yekê ew e ku xeteke avê ya 7 kîlometreyan ji stasyona zelalkirina avê ya li Refeh a Misirê heta bi herêma koçberiyê ya di navbera Refeh û Xan Yûnis de were dirêjkirin. Bi vê yekê re av dê ji nêzî 600 hezar kesên li başûrê Xezayê re were peydakirin.

Li gorî kanala "El Qahîre El Exbariyê", ji Misirê jî kamyonên alîkariyên xwarinê di deriyê Refehê re ber bi Xezayê ve bi rê ket.

Kanalê diyar kir ku bi dehan kamyonên din jî ber bi deriyê Kerem Ebû Salim ve ketin rê da ku derbasî Xezayê bibn

Li aliyekî din jî Urdinê ragihand ku wê  60 kamyonên barhilgirên xurekê bi hevkariya hêzên çekdar ên Urdinê, Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) û Xwaringeha Navendî ya Cîhanê (WCK), ber bi Xezayê ve rê kiriye.

Artêşa Îsraîlê vê sibehê ragihandibû ew êrişên xwe li deverên wekî Mewasî, Dêr El Beleh û bajarê Xezayê ji saet 06.00’an heya saet 23.00’an li gorî dema Xezayê disekinîne.

Artêşa Îsraîlê destnîşan kir ku ji bo ku karwanên NYˊyê û yên rêxistinên mirovî xwarin û derman bigihînin şêniyan "korîdorên ewle û pêbawer" hatine diyarkirin.

Bêrîtanyayê û Îsraîlê ji hewayê ve alîkariyên xwarinê deverên cuda yên Xezayê danîn.

Lê komîserê Giştî yê UNRWA’yê Philippe Lazzarini aşkera kir ku li gel "Karesata mirovî ya berdewam" ev bersivdana alîkariyan têrker nîn e.

Tê destnîşankirin, şerê li Şerîda Xezayê ku derbasî meha xwe ya 22ˊyan bûye, bûye sedema wêraniyek berfireh, hilweşîna xizmetguzariyan, xerabbûna rewşa jiyanî, birçîbûn û xwarina ne tendurist.

(fr)