Sendîkayên li Siwêdayê peywendiya bi Şamê re qut kirin

Gelek sendîkayên pîşeyî û sivîl ên Siwêdayê li dijî komkujiyên hate kirine, têkiliyên xwe bi sendîkayên navenedî yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên Şamê re qut kirin.

Sendîkayên li Siwêdayê peywendiya bi Şamê re qut kirin
27 tîrmeh, 2025   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî, hejmarek sendîkayên pîşeyî û sivîl ên Siwêdayê li dijî komkujiyên hatine kirin, têkiliyên xwe bi sendîkayên navendî yên li Şamê re qut kirin. 

Sendîkaya Parêzeran a Siwêdayê der barê vê helwesta de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo şermezarkriina "sûcên qirkirinê û sûcên dermirovî" ku komên alîgir û çekdarên girêdayî hikumeta veguhêz li dijî xelkê Siwêdayê kirine, têkiliyên bi Şamê re qut kirin.

Girêdayî mijarê, Sendîkaya Endazyaran xebatkarên xwe yên di êrişên de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û ew yek bi "sûcekî kirêt " bi nav kir. Sendîkayê diyar kir ku armanca ji wan êrişan şikandina vîna xelkê El Cebel û têkbirina mozaîka wê ya sivîl e. Sendîkayê ragihand ku hevkariya xwe bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rawestandiye û daxwaza desthilateke niştîmanî ku temsîla vîna gelê Sûriyeyê bike, kir.

Li kêlek wê jî Sendîkaya Endazyarên Çandiniyê ragihand ku 3 endamên wê di êrişan de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anîn û ev êriş bi "Barbarî û piştgiriya desthilata teror" bi nav kir.

Sendîkaya Bijîşkên Beyterî jî diyar kir ku tiştê li Siwêdayê diqewime "sûcekî dermirovî" ye, bi hinceta mezhebî desthilat li dijî sivîlan dike.

Sendîkaya Mamosteyan jî yekser hikumeta veguhêz a Sûriyeyê berpirsiyariya van komkujiyan dît û diyar kir ku ew pabendî peyama xwendinê ye û artêşkirin û bangên tundraw red dike.

 (fr)