6 endamên deryayî û 3 pîlotên Îranî hatin kuştin

Îranê ragihand ku di êrişeke Amerîkayê ya (sêşem) li başûrê welat de 6 endamên Hêzên Deryayî û 3 pîlot hatin kuştin.

6 endamên deryayî û 3 pîlotên Îranî hatin kuştin
3 îlon, 2026   18:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Îranî Tasnim îro ragihand ku 6 endamên Hêzên Deryayî yên Îranê û 3 pîlot di êrişên hewayî yên Amerîkayê yên roja sêşemê de li başûrê Îranê hatine kuştin.

Ajansê diyar kir ku 6 endamên Hêzên Deryayî di êrişên leşkerî yên Amerîkayê yên li ser başûrê Îranê de di 1’ê Îlonê de hatine kuştin, bêyî ku cihê mirina wan diyar bike.

Tasnim da zanîn ku di şeva sêşemê de 3 pîlot jî di êrişa Amerîkayê de hatin kuştin.

Piştî hewla pêkanîna êrişan li dijî keştiyên bazirganî li Tengav Hurmuzê û dijî leşkerên Amerîkayê, artêşa Amerîkayê ragihandibû ku wan nuqteyên Artêşa Pasdaran bombebaran kirin.

(f)