Li Girê Spî êrişî malbatekê hat kirin

Çekdaran êrişî malbatekê li Girê Spî kir û ji zeviyên wan derxist, gefên qetilkirinê li wan xwarin.

Li Girê Spî êrişî malbatekê hat kirin
3 îlon, 2026   17:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku dema malbatekê hewl dide li erd û mala xwe ya li gundê Bîr Temeh ê Girê Spî bipirse rastî êrişa çekdarî hat.

Li gorî SOHR’ê, dema malbat gihîşt nava erdê xwe dît ku komeke çekdar erdê wê birine û ji xwe re çandine. Lê dema ferdên malbatê daxwaza vegerandinê kir çekdaran êrişî wan kir.

SOHR’ê bi bîr xist ku çekdaran li ferdên malbatê da û birîndar kir, gotinên nebaş ji wan re kir.

SOHR’ê da zanîn ku çekdaran malbat bi gefa çekê û qetilkirinê ji herêmê qewitand û qedexe kir ku careke din nêzî mal û milkên xwe bibe.

(f)