Amadekariyên ji nû ve vegera koçberên Serêkaniyê tên kirin

Komîteya Koçberên Serêkaniyê amadekariyên ji nû ve birêxistinkirina karwanên vegerê dike.

Amadekariyên ji nû ve vegera koçberên Serêkaniyê tên kirin
3 îlon, 2026   19:32
HESEKÊ

Piştî rawestandina karwana vegerê ya koçberên Serêkaniyê li ser paşxaneya bûyerên pêk hatine, Komîteya Koçberên Serêkaniyê amadekariyên vegerandina koçberan li bajar û gundewarê wan didomîne.

Çavkaniyek ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji ajansa me re diyar kir ku komîteya koçberan xebata xwe ya ji bo amadekariyên vegera koçberan dike.

Têkildarî mijarê, çavkaniyekî da zanîn  ku îro li Serêkaniyê bi amadebûna Cîgirê Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Mehmûd Xelîl Elî civînek hat lidarxistin, li ser vegera koçberan hat nîqaşkirin.

Her du çavkaniyan diyar kir ku dîroka destpêkirina rêketina karwanê ne diayre.

(f)