Mîhrîcana Wêneyên Fotografîk li dar dikeve

Bi tevlêbûna 40 wênekêşên fotofrafîk Yekemîn Mîhrîcana Wênekêşên Fotografîk ên Sûriyeyê  dest pê kir.

12 sibat 2024   16:55
QAMIŞLO 

Yekemîn Mîhrîcana Wêneyên Fotofrafîk ên Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir. 40 wênekêş tev li mîhrîcanê bûne ku ji aliyê Yekitiya Wênekêşên Sûriyeyî ve hatiye lidarxistin. Wênekêşan bi 100 wêneyan xwestin çanda civakên xwe rave bikin. Dawiya mîhrîcanê wê xelata Şehîd Rojnamevan Seyid Evren a wêneya herî baş û çîroka wêneyê ya herî baş were belavkirin.

Di heman demê de sed wêne bi destê 40 wênekêşan bi çîrokên cuda hatine pêşkêşkirin û semînerên li ser fotografiyê hatin dayîn.

Di destpêkê de hevserokê Yekitiya Wênekêşên Fotogirafîk ên Sûriyeyî Ehmed Mardenlî li ser mîhrîcanê axivî û got: “Em spasiya hemû beşdaran dikin. Ev mihrîcana 1’emîn e û her sal wê were li darxistin. Çar beşên mihrîcana me hene yê yekem axaftina li ser wênevaniyê, hevpeyvîn bi wênevanên derve re, pêşengeha wêneyên 40 wênekêşan û di dawiyê de wê xelat jî ji bo hin wênekêşan werin belavkirin. Ez dubare spasiya we dikim ji bo hazirbûna we.”

Li ser navê TEV-DEM`ê Ayid Îbrahîm axivî û anî ziman ku di riya wênekêşiyê de rastiya mirovahiyê derdikeve pêş.

Serokê Komeleya Wênegeriyê li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê Cemal Salih bi dîmen beşdarî mîhrîcanê bû û got: “Di serî de em vê mîhrîcanê pîroz dikin û ev yek ji bo gelê Kurd xizmeteke baş e. Bi dirêjahiya salan Kurdan hewl daye ku bi mafê xwe yên netewî bijî û xwe di her gava jiyanê de bi rêve bibe. Bêguman gelek xebat di Kurdistanê de hatine meşandin û gelek xebatên hêja bûn.”

Wênekêşê kevnar û pispor Ebid El Qadir Sûsikê li ser girîngiya wênekêşiyê ji bo mirovan û tevahî cîhanê wiha got: “Wênekêşî ji hestê mirov tê avakirin ji ber wê jî mirov dikare bêje ku di riya wênekêşiyê de nasnameya jiyanê tê derxistin.”

Ji Misrê pisporê Wênekêşiyê Mihemed Hîşam jî bi riya dîmen beşdarî mîhrîcanê bû û hin wêneyên ku li bajar û cihên cuda girtine pêşkêş kirin.

Sînemager û rojnemevan Azad Evdikê jî axivî û got: “Gelek cureyên fotogirafan hene wek Potre, Xwezayî, Suryanî û h.w.d.”

Di dawiya roja yekem de 100 wêne ji herêmê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Mexrib û Başûrê Kurdistanê û wêneyên ku şehîd Seyid Evrem kişandine, amûrên wênekêşandinê yên kevnar hatin pêşandan.

Mîhrîcan wê heta sibe berdewam bike.

 (şx)

ANHA