Foruma li Qamişloyê: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkilî dê bên xurtkirin

Di foruma sêyemîn a der barê Komploya Navneteweyî de teqezî bi avakirina têkiliyan bi tevahî hêzên demokratîk ên li Rojhilata Navîn û cîhanê û tevgerên ciwan û jinan re hate kirin.

Foruma li Qamişloyê: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkilî dê bên xurtkirin
Foruma li Qamişloyê: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkilî dê bên xurtkirin
Foruma li Qamişloyê: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkilî dê bên xurtkirin
Foruma li Qamişloyê: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkilî dê bên xurtkirin
Foruma li Qamişloyê: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkilî dê bên xurtkirin
Foruma li Qamişloyê: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan têkilî dê bên xurtkirin
12 sibat 2024   16:12
QAMIŞLO

Di rûniştina duyemîn a Foruma Sêyemîn a der barê Komploya Navneteweyî de mijara “Têkoşîna gelan û berxwedana wan li hember Komploya Navneteweyî" ji aliyê endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif ve hate birêvebirin. 

Perwîn Yûsif diyar kir ku gel pabendî têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a li dijî pergalên zordest û faşîst e.

Her wiha hevserokê Desteya Hawîrdorê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Silêman Ereb jî axivî û got: "Pêşxistina pêngava ji bo azadiya Rêbertî ya navneteweyî gelekî girîng e. Divê ev têkoşîn bê navber dewam bike, ji ber ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên bindest e. Ji bo ku em vê armancê bi dest bixin, divê em dest bi avakirina civakeke ekolojîk û siyasî li gorî rêgezên Rêber Abdullah Ocalan bikin."

Beşdaran nêrînên xwe der barê rêbazên pêşxistina têkoşînê ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de parve kirin.

Di dawiya forumê de parêzer û endamê PYD`ê Xalid El Omer encamnameya forumê xwend. Encamname wiha ye:

“Doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd, ji dozên girîng ên pêkhateyên herêmê ye, ji ber ku bi saya projeya Rêveberiya Xweser a li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ava bûye, gelek destkeftî hatin bidestxistin.

Divê têkilî bi hêzên demokratîk ên li Rojhilata Navîn û cîhanê û tevgerên ciwan û jinan re bên danîn ji bo ku zanabûna têkildarî piştgiriya pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan û pêwîstiya bibinxistina Komploya Navneteweyî zêde bikin.

Ji bo bidawîkirina tecrîdê û pergala Îmraliyê, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê xebat bê kirin. Divê ev erk, bibe berpirsyariyeke mirovî, hiqûqî, siyasî û nîştimanî ku di rêgezên mafên mirovan a cîhanê û peymanên navneteweyî yên têkildar de hatine teqezkirin.

Lidarxistina panelên fikrî û felsefîk têkildarî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û bandora wî di dîtina çareseriyên demokratîk û pêkanîna guhertinê de li ser asta herêmê, Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê.

Piştgiriya tevahî însiyatîfan bê kirin ku ji bo pêşxistina pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dixebitin.

Belavkirin û wergerandina pirtûk, semîner û berhemên Rêber Abdullah Ocalan.

Pêşxistina pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi pêşengiya jinan û ciwanan.”

(şx)

ANHA