Bangên daketina qadan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan didomin

Bertekên şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bangên daketina qadan ji bo azadiya wî ya fîzîkî didomin.

12 sibat 2024   17:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Di salvegera 25'emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek çalakî hatin lidarxistin.

DIRBÊSIYÊ

Meclisa navçeya Dirbêsiyê civînek ji bo şêniyan li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê li dar xist. Di civînê de hevserokê Meclisa Navçeya Numan Erebo destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê û hedefgirtina binesaziya wî berdewama wê komploya navneteweyî ne.

Erebo bang li şêniyan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan asta têkoşîna xwe bilind bikin û li qadan bimînin.

Piştre sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.

ŞEDADÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya navçeya Şedadê meşek li dar xist. Tê de endamên sazî, rêveberiyên sivîl û mala gaziyan beşdar bûn.

Meş ji pêşiya navenda ciwanan dest pê kir û ber bi parka Rêber Apo ve bi rêket.

Li wir bi gelek peyaman komploya navneteweyî hat şermezarkirin û teqezî bi domandina berxwedan û têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.

REQA

Yekitiya Parêzeran a kantona Reqayê bi daxuyaniyekê li qada dadgehê ya bajêr bêdengiya rêxistinên hiqûqî ya li hember binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka yekitiyê Mehabad Etî ve hat xwendin.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Reqayê semînerek der barê heman mijarê de da. Semîner ji aliyê şêwirnendê Meclisa Sivîl a Reqayê Ednan Hemed ve hat dayîn.

Di heman çarçoveyê de Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê teqezî bi bilindkirina asta têkoşînê û daketina xwepêşandan ji bo banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan da.

Daxuyanî li parka 4'ê Nîsanê ya navçeya Ehdas ji aliyê endamê însiyatîfê Nacî Selamê ve hat xwendin.

HELEB

Li hember hemleya komkirina îmzeyan ji bo banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê şênî helwestên erênî nîşan dan.

Komîte bi hejmara 90 komîteyan li nav taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê geriyan û li gor 3 xetên herdu taxan belav bûn.

Hemle rojane saet di 12:00'an heta saet di 16:00'an de didome. Hemle dê heta dîroka 25'ê meha bê bi armanca komkirina hejmara herî mezin a îmzeyan didome.

Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî semînerek bi navê "Komplo û paradîgmaya Ocalanî" bi beşdariya bi dehan endamên saziyên sivîl, rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên Helebê li dar xist.

Di serî de hevserokê malbendê Ehmed Bîrhat semîner da û got: "Paradîgmaya Ocalanî bandoreke mezin li avabûna Şoreşa 19'ê Tîrmehê kir. Her wiha di xêzkirina nexşeya herêmê di 30 salên dawîn de rol lîst."

Bîrhat qonaxên dîrokî yên ku komploya navneteweyî tê re derbas bûye û rola her dewletekê di komployê de şîrove kirin.

Bîrhat wiha domand: "Berdewama siyasetên înkarkirinê û windakirina rastiyan ên ku ji aliyê dewletên komployê ve tên meşandin, hiştin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê."

(mh)

 ANHA