Roja bêyom

31`ê Tebaxê rojeke din a bêbext bû ku li dîroka gelê Kurd zêde bû. Wê rojê Partiya Demokrat a Kurdistanê deriyê tunekirina gelê Kurd ji celadan re vekir.

Roja bêyom
31 tebax 2023   01:37
NAVENDA NÛÇEYAN/EHMED SEMÎR

Piştî bidawîbûna şerê Kendavê (1991) û Serhildana Kurdan li Başûrê Kurdistanê ya dijî hikumê partiya Baasê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) qedexeya hewayî li Başûrê Kurdistanê ferz kir. Sala 1992`yan li bajarê Hewlêrê hilbijartinên parlamantoyê pêk hatin, herdu partiyên sereke yên li herêmê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Mesûd Barzanî û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Celal Talebanî kûrsiyên parlamentoyê nîvî-nîvî di nava xwe de parve kirin.

Ev aştiya navbera herdu qutubên kurdî ji ber şerê desthilatê, serweriyê û kontrolkirina dewlemendiyan bi lez veguherî nakokiyê. Piştî şerên li herêma Raperînê (1993) çirûska nakokiyan pê ket û bi rûniştineke parlamentoyê ku 30`ê Hezîranê li dar ket û agirbest hat ragihandin, herdu aliyan hewl da rijandina xwîna Kurdan rawestînin.

Nakokiyên herdu partiyên kurdî di Gulana 1994`an nû bûn û berjewendiyên şexsî û partiyetî di ser berjewendiyên nîştimanî re hatin girtin. Herdu alî ketin şerekî biratiyê yê xwîndar, di encamê de YNK di aliyên leşkerî û siyasî de bi ser ket, PDK jî li hin gundên sînor hat dorpêçkirin.

Hingî hêzên ÎRanê ketin axa Başûrê Kurdistanê û li Çiyayê Heybet Sultan ê li bajarê Koyê bi cih bûn, her wiha êrişî PDK`ê kir.

17`ê Tebaxa 1996`an, şerê herdu aliyan li herêmên Rawandoz û Şeqlawa dijwar bû, di encamê de YNK ew herêm kontrol kirin û nêzî navenda PDK`ê ya li Serî Reşê bû ku li Selaheddîn a bakurê Hewlêrê ye. PDK`ê piraniya herêmên di bin kontrola xwe de ji dest dan û tenê sê çaryeka herêmên Başûr di dest de man. 

Barzanî ku di cografiyeke teng de hat dorpêçkirin, alîkarî ji yê ku xwîna Kurdan rijandiye “Sedam Huseyn” xwest. Jê xwest ku ji bo ketina Hewlêrê ya di bin serweriya YNK`ê de bû, desteka leşkerî bidiyê. Bi vî rengî di 31`ê Tebaxa 1996`an Hewlêr dagir kir.

Wê demê Mesûd Barzanî bi van gotinan xîtabî Sedam Huseyn kir ê ku bi qetilkirina 182 hezar Kurd di komkujiyên Enfalê de têr nebû: “Serokê min, ezîzê min”.

Peyama Barzanî bi vî rengî ye: “Ezîzê min, serokê min, bi zekaya xwe divê tu ji bo bidawîkirina destwerdana Îranê li Iraqê çareseriyekê bibîne. Em ji hezreta we dixwazin bi serkêşiya artêşa xwe ya Iraaqê bikeve Erbîlê da ku hewldanên biyanî yên dibin sedema gefan û xiyaneta Celal Talebanî bi dawî bike.”

Sedam Huseyn daxwaza Barzanî bi cih anî. Hêzên Iraqê yên girêdayî rejîma Baasê bi çekên giran û tankan tevî 30 hezar leşkerên Hêzên Parastina Cumhurî ketin Hewlêrê. Barzanî bi wê rengî carek din Hewlêr kontrol kir.

Ew roj wekî rojeke din a bêbext li dîroka gelê Kurd hat zêdekirin. Wê rojê Partiya Demokrat a Kurdistanê avahiya parlamentoya Kurdistanê ku encama têkoşîna zêdetirî 100 hezar şehîdî û berxwedana zêdetirî 50 salan bû, veguherand navenda partiya Baasê.

“Hey dagirkerno hûn bi xêr hatin, werin em derbeyê li birayan bixin” PDK`ê bi vê hevokê û vê ferasetê ji sala 1992`yan de û heta niha rê li pêşiya celadên Kurdan vekir, Başûrê Kurdistanê veguherand mêtingehekê û navenda baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê ji bo şerê şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê bikin.

SIYASETÊN DIJBERÎ KURDAN

Ev nimûne di dîroka me ya nûjen de jî dubare bûn. Êzidiyan 3`yê Tebaxa 2014`an fatoreya vekişîna hêzên PDK`ê ji Şengalê da, yê ku gelê êzidî bi êrişa çeteyên DAIŞ`ê re rû bi rû hişt.

Li şûna ku PDK ji tecrûbeyan ders derxe, ew piştî referandûma binkeftî ya 25`ê Îlona 2017`an ji Kerkûkê jî vekişiya. Piştî wê li şûna Kurdan kesên din li Kerkûkê hatin bicihkirin û rengê bajêr û binesaziya wî ya mirovî hat guherandin. Gelê Kurd ji ber van siyasetan gelek êş kişand. Bi wê yekê Başûrê Kurdistanê zêdetirî ji sedî 51`ê cografiya xwe ji dest da.

PDK`ê tenê bi vê nekir, lê belê dem dem hêzên xwe digire gel artêşa Tirk a dagirker û di dagirkirina çiyayên Kurdistanê de ji Behdînanê û bakurê Hewlêrê bi kûrahiya ku digihêje 30-40 kîlometreyî, alîkariyê dide.

27 sal piştî bûyerên xwîndar, nakokiyên siyasî yên herdu aliyan nû dibin. Desthilat ji kalan derbasî bavan piştre zarokan dibe. PDK jî herî zêde girîngiyê dide pereyan û desthilatê.

Ruxmî ku aliyên rojavayî nîşaneya rawestandina piştgiriya leşkerî didinê jî, lê PDK avakirina lêvegereke siyasî û leşkerî ya yekbûyî ku di bin yek alê de şer bikin, red dike. R

Hikumeta navendî ya Iraqê jî vê valahiyê bi kar tîne û bi jinûve ferzkirina desthilata xwe ku piştî serhildana gelê Kurd sala 1991`an dijî Sedam Huseyn winda kiribû, dadigre.

Dadgeha Bilind a Parîsê qedexe kiribû ku hikumeta Başûrê Kurdistanê bêyî erêkirina hikumeta Iraqê petrolê bifiroşe Tirkiyeyê. Lê belê hikumeta Başûr rojane 450 hezar bermîlên petrolê difiroşiyê.

PDK`ê gelê Kurd ku bi dehan salan ji bo perwerdeya bi zimanê têkoşiya, xist tengahiyeke mezin û rewşeke xirab. Êdî perwerdeya bi zimanê erebî jinûve derdikeve pêş û nifşê nû di hawîrdoreke dûrî rastiya xwe de mezin dibe, ew nikare bi zimanê xwe biaxive. Li bajarê Hewlêrê navên dikanan jî zêdetir bi zimanê erebî ne.

Kovara “The Economist” di gotareke xwe de bi bîr xistibû ku kurê mezin ê serokekî Kurdan di şahiya derçûna xwe ji zanîngeheke herêmî de bi zimanê erebî axiviye. Kovanê li ser zimanê dîplomatekî rojavayî got: “Xeterî heye ku projeya Kurdistanê bi bin bikeve, heta asteke mezin lome ji Kurdan dibin.”

Neparastina destkeftiyên ku Kurdan li Başûr ji bo wan canê xwe daye û berdewamkirina hevkariya bi dijminên gelê Kurd re, dibe destkeftiyên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê heta hetayê ji holê rake.

(c)

ANHA