Navenda Nexîl ji ber şehadeta Mirad Mîrza sersaxî xwest

Navenda Nexîl a Maf û Azadiya Rojnamegeriyê êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser ekîpa Çira TV û Çira FM şeremzar kir û ji ber şehadeta nûçegihanê Çira FM Mirad Mîrza Îbrahîm sersaxî xwest.

Navenda Nexîl ji ber şehadeta Mirad Mîrza sersaxî xwest
12 tîrmeh 2024   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirekr 8’ê Tîrmehê li Şengalê erebeya ekîpa Çira TV û Çira FM bombebaran kir. Di encama bombebaranê de nûçegihanê Çira FM’yê Mirad Mîrza  Îbrahîm şehîd bû û nûçegihana Çira TV Medya Kemal Hesen û ajokarê erebeyê birîndar bûn.

Navenda Nexîl a Maf û Azadiya Rojnamegeriyê der barê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di dauxyaniyê de êrişa dewleta Tirka  dagirker hat şeremzarkirin, sersaxî ji malbata şehîd Mirad Mîrza re hat xwestin û ji birîndaran re şîfa lezgîn hat xwestin.

Di dewama daxuyaniyê de êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanan wekî "Binpêkirineke aşkere ku li rêzebinpêkirinên Tirkiyê yên li serdestiya Iraqê zêde dibe" hat binavkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi helwesta hikumeta Iraqê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk jî hate kirin û hate gotin: "Di hin caran de helwesta Iraqê ya li hemberî êrişên Tirkiyeyê hîna şermînî ye. Diviyabû Iraq li hemberî Tirkiyê ya ku mafên mirovan û serdestiya wê binpê dike xwedî helwest be."

(bh/bb)

ANHA