KCDK-E: Li dijî dagirkerî, xiyanet û qirkirinê rabin!

KCDK-E’yê li dijî êrişên topyekûn ên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta hevkar a PDK’ê banga berxwedana topyekûn kir.

KCDK-E: Li dijî dagirkerî, xiyanet û qirkirinê rabin!
12 tîrmeh 2024   19:03
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdên li Ewropa (KCDK-E) de wiha hate gotin: “Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker a li ser Başûrê Kurdistanê, Şengal û qadên gerîla seferber bibin û li her derê çalakiyên protestoyî lidar bixin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

 “Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku di êrişên topyekûn ên îmhayê yên li ser gelê Kurd de bi ser neket, ji bo tunekirina hemû destkeftiyên gelê Kurd di şer de israr dike.

Dewleta Tirk a qirker bi şirîkatiya hêzên hevkar û dewletên herêmê vê şerê gihand qonaxeke nû. Ji bo vê yekê hemû hewldanên provokasyonê û derfet tên bikaranîn. Di van êrişan de ku bi piştgiriya tam a PDK’ê tê kirin, destkeftî û azadiya gelê Kurd tê hedefgirtin.

Başûr û Şengal di bin gefeke cidî de ne. Dewleta Tirk dixwaze Başûr û Şengalê dagir û îlhaq bike û weke li Efrînê ji qirkirinê re derbas bike. PDK weke milê kêlek a dewleta Tirk dixebite, ji dagirkeriyê re zemîn amade dike û ji bo vê yekê hemû derfetên xwe seferber kiriye.

Sewqiyata leşkerî ya giran ku li Başûrê Kurdistanê tê kirin, bi piştgiriya PDK’ê dewam dike. PDK rêyên fermî ji artêşa Tirk a dagirker re vekir û kontrolê bi temamî ji artêşa Tirk re hiştiye. Dewleta Tirk bi berfirehkirina êrişên dagirkeriyê, dixwaze îdareya Başûrê Kurdistanê bixe bin destê xwe.

Hikûmeta Iraqê li şûna ku li hember ferzkirinên dewleta Tirk helwesteke bigire, tevlî polîtîkayên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bûye. Ev hevkarî ku gef li pêşeroja gelê Kurdistanê jî dixwe, gefeke cidî ku ne di berjewendiyên gelên Iraqê deye.

Tevgera Azadiya Kurd zêdeyî 40 sal e ji bo pêşeroja azad a gelê me têkoşîneke mafdar û rewa dide. Ya ku hedef tê girtin destkeftiyên gelê Kurdistanê û hemû nirxên Kurdistanê ne. Pêşeroja me, xaka me û dîroka me di hedefa êrişan de ne. Li şûna pêşerojeke azad, asîmîlasyon û qirkirin li ser gelê Kurd dimeşînin.

Ji bo ku ev êriş bên têkbirin û gelê Kurd di nava şert û mercên azad de bijî, divê hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê di ferqa talûkeyê de bin û bi xwedîderketinek zelal û bihêz li dijî êrişan rabin. Tenê bi vî rengî êrişên dagirkerî û qirkirinê dikarin bên têkbirin. Tenê bi vî rengî dikarin xaka ku bi hezaran kes canê xwe di oxira wê de dane, biparêzin.

Divê gelê me bizanebûna encamên gefa ku zêde dibe biafirîne, li her derê bertekên xwe yên demokratîk raber bike û bi awayekî xurt li dijî dagirkerî, xiyanet û qirkirinê rabe. Divê em bertek û helwesta xwe ya li dijî dagirkeriyê li her derê derveyî welat li qadan biqîrin. Em li dijî êrişên topyekûn û xiyaneta hevkar banga berxwedana topyekûn dikin.

Li ser vê bingehê divê em hemû çalakiyên girseyî ku li Ewropayê di dawiya hefteyê de hatiye plankirin, bikin wesîleya protestoyan, her tim di nava çalakiyan de bin û li dijî qirkirina dewleta Tirk rabin.’’