​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-8-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 31-8-2023
30 tebax 2023   23:00

Parêzer û endamê Însiyatîfa Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Parêzerên Sûriyeyî Elaûdîn Kalo destnîşan kir ku cihê girtîgeha Îmraliyê bi xwe ceza ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Herêma Dêrazorê û rojhilatê Firatê yek ji deverên ku torên madeyên hişbir lê tên belavkirin e. Nexasim di 14 mehên dawî de ev herêm jî di nav de li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê 3 hezar û 169 tacir, firoşkar û bikarhênerên madeyên hişbir hatin girtin.  Lewma operasyona QSD’ê ku ev 4 rojin dom dike, têkbirina vê torê jî dike hedef.   

31`ê Tebaxê rojeke din a bêbext bû ku li dîroka gelê Kurd zêde bû. Wê rojê Partiya Demokrat a Kurdistanê deriyê tunekirina gelê Kurd ji celadan re vekir.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Foziye Ebdî destnîşan kir ku bicihkirina penaberên sûriyeyî li deverên dagirkirî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û avakirina avahiyên mêtingeriyê berdewamiya planên wê yên guhertina demografiyê ne û qirkirina dîrok û çanda herêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker  li dikî gundên ser eniyên şer de 4 welatî şehîd bûn û 4 din birîndar bûn ku piraniya wan zarok in û 6 ji heman malbatê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serokê Meclisa Qebîleya El Cibûr a Ereb Fewaz El Zewbe diyar kir ku aliyên derve dixwazin fitneyê li herêmê belav bikin û lê şerekî navxweyî biafrînin. El Zewbe destnîşan kir ku ew bi QSD`ê re ne û di heman demê de got hedefgirtina QSD`ê hedefgirtina êl û qebîleyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Beşa Agirkujiyê ya Minbicê Telal El Hemîdî bang li şêniyan kir ku pabendî têbînî û tedbîrên ewlehiyê bin û teqezî bi girîngiya hebûna kelûpelên agirkujiyê li kargehên mezin kir. Her wiha da zanîn ku wan ji destpêka meha Tebaxê ve 410 şewat vemirandine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyên şervanên QSD`ê Ehmed Matar El Ebdullah û Hisên Elî El Ilêwî li goristana şehîdan a navçeyê oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûya şaxê Minbicê bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê û rola Rêber Abdulllah Ocalan di aştiyê de daxuyaniyekê li pêşiya Mala Jinan a bajêr dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê bi merasîmekê şehîdên meha Tebaxê li goristana Şehîd Îsmalî bi bîr tîne saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

TEV-DEM`ê şaxê Efrîn û Şehbayê têkildarî Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyekê li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)