HPG: Di nava du rojan de 21 caran çeperên berxwedanê hatin bombekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker di 1 û 2’ê Nîsanê de herî kêm 21 caran çeperên gerîlayan bombe kiriye.

HPG: Di nava du rojan de 21 caran çeperên berxwedanê hatin bombekirin
3 nîsan, 2023   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker de ev agahî da:

 “ Di 1’ê Nîsanê de herêma Girê Çarçêl a Metîna 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

Di 1 û 2’ê Nîsanê de çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê Girê FM û Çemço û Sîda 19 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.