​​​​​​​Li Idlibê serçeteyek hat kuştin

Li Idlibê di êrişa balafireke bêmirov a biçek de serçeteyekî dewleta Tirk a dagirker hat kuştin.

​​​​​​​Li Idlibê serçeteyek hat kuştin
3 nîsan, 2023   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li ser rêya Kefên-Kelelî ya li bakurê Idlibê êrişa balafireke bêmirov a biçek ku tê texmînkirin a Koalîsyona Navneteweyî ye, pêk hat û di encamê de kesekî nenas hatiye kuştin.

Li aliyekî din dezgehên çapemeniyê ragihand ku di êrişê de serçeteyê koma ‘Huras Dîn’ a girêdayî artêşa Tirk a dagirker Xalid Ebdullah El Xilêf hatiye kuştin.

Di 24`ê Sibatê de jî balafireke bêmirov û biçek a Koalîsyona Navneteweyî li ser rêya Dêr Hesan-Qah a bakurê Idlibê 2 çeteyên DAIŞ`ê kiribûn hedef û di encamê de Ebû Sara El Iraqî tevî alîkarê xwe hatibû kuştin.

(c)