HPG: Şehîdên me bûn rêberê siberoja azadiye

HPG'ê 7 şehîdên Rojhilatî bi hurmet bi bîr anî û got, "Şehîdên me yên leheng ku ketin dilê gelê me, bûn rêberê siberoja azad a gelê me, manîfesto û temînata têkoşînê."

HPG: Şehîdên me bûn rêberê siberoja azadiye
17 mijdar, 2026   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehîdên ji Merîwanê daxuyaniyek da ku di dem û cihên cuda de şehîd bûn. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Hevrêyên me Rênas Botan, Kawa Hewraman, Sîrwan Qendîl, Hewrê Kemanger, Sîrwan Zirêbar, Serxwebûn Hewraman û Serkeft Hewramî milîtanên qewîn ên xeta fedaî ya Apoyî bûn, em wan bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin.

Hevrêyên me Rênas Botan, Kawa Hewraman, Sîrwan Qendîl, Hewrê Kemanger, Sîrwan Zirêbar, Serxwebûn Hewraman û Serkeft Hewramî li dijî zilma ku bi sedan sal in li gelê me tê kirin têkoşîna azadiyê hildan ser milê xwe, li ser xtea fedaî ya Apoyî meşiyan û bêdudilî tevlî nava refên têkoşînê bûn. Hevrêyên me ku sînorên mêtingeriyê û pergala ku gelê me tine dihesibîne red kirin, li çiyayên Kurdistanê bûn pêşengên têkoşînê. Li gel her cûre teknîka şer a pêşketî ya serdemê mînakeke lehengiyê ya bê mînak nîşan dan ku xwe dispart îrade, hişmendî û baweriya mirovan. Ji bo parastina hebûna gelê me bê tirs şer kirin û sekneke fedaî nîşan dan. Bi kesayetiya xwe ya fedaî veguherîn çalakî û heqîqeta azadiyê û li dijî mêtingeriyê îradeya herî qewîn a berxwedanê temsîl kirin. Lewma şehîdên me yên qehrema ku ketin dilê gelê me, bûn rêberê siberoja azad, temînat û manîfestoya têkoşînê ya gelê me.

Li ser vê bingehê em ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, gelê Kurd ê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku di her şert û mercî de dilsozê bîranîna şehîdên xwe bin û armancên wan teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Rênas Botan

Nav paşnav: Mûctema Xoşnemek

Cihê jidayikbûnê: Merîwan

Dayik-Bav: Mesûme-Ebdulrehman

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Gulana 2020 / Metîna

Nasnav: Kawa Hewraman

Nav paşnav: Mislim Edwayî

Cihê jidayikbûnê: Merîwan

Dayik-Bav: Fatime-Ebdulkerîm

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Kanûna 2011 / Qendîl

Nasnav: Sîrwan Qendîl

Nav paşnav: Sena Keremî

Cihê jidayikbûnê: Merîwan

Dayik-Bav: Çîmen-Eta

Dem û cihê şehadetê: 20'ê Kanûna 2024 / Zap

Nasnav: Hewrê Kemanger

Nav paşnav: Salim Muradî

Cihê jidayikbûnê: Merîwan

Dayik-Bav: Walîde-Sabir

Dem û cihê şehadetê: 9'ê Hezîrana 2020 / Zap

Nasnav: Sîrwan Zirêbar

Nav paşnav: Ednan Tazîk

Cihê jidayikbûnê: Merîwan

Dayik-Bav: Şewket-Mehmûd

Dem û cihê şehadetê: 9'ê Hezîrana 2020 / Zap

Nasnav: Serxwebûn Hewraman

Nav paşnav: Şahid Edwayî

Cihê jidayikbûnê: Merîwan

Dayik-Bav: Rena-Muhsin

Dem û cihê şehadetê: 5'ê Îlona 2022 / Zap

Nasnav: Serkeft Hewramî

Nav paşnav: Zana Semedî

Cihê jidayikbûnê: Merîwan

Dayik-Bav: Şehla-Nasir

Dem û cihê şehadetê: 19'ê Cotmeha 2022 / Xakurkê