​​​​​​​Li Helebê akademiya HPCʹê hat vekirin

HPC'ê ya Heleb akademiyek bi navê Şehîd Rêdûr ji bo perwerdekirina endamên xwe vekir.

​​​​​​​Li Helebê akademiya HPCʹê hat vekirin
​​​​​​​Li Helebê akademiya HPCʹê hat vekirin
​​​​​​​Li Helebê akademiya HPCʹê hat vekirin
​​​​​​​Li Helebê akademiya HPCʹê hat vekirin
​​​​​​​Li Helebê akademiya HPCʹê hat vekirin
​​​​​​​Li Helebê akademiya HPCʹê hat vekirin
​​​​​​​Li Helebê akademiya HPCʹê hat vekirin
3 nîsan, 2023   14:35
HELEB

Hêzên Parastina Civakî (HPC) bi merasîmekê akademiyek bi navê endamê xwe yê şehîd Rêdûr li devera Seken Şebabî ya taxa Şêxmeqsûdê vekir. Akademî bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên HPC,  saziyên sivîl, partiyên siyasî, meclis û komînan hat vekirin.

Rêveberiya HPC'ê Nesrîn Şêxo bi xêr hatina mêvnan kir got: "Em dizanin ev mehek pîroz e. Em vekirina akademiyê li Rêber Abdullah Ocalan, hêzên leşkerî û malbatên şehîdan pîroz dikin. Rêber Abdullah Ocalan digot ʹBi rêya perwerdeyê ez rêya azadiyê nîşanî wan didim. Me jî fikrê neteweya demokratîk ê ku Rêbertî pêşkêş kiriye îlham girt û di perwerdeyên xwe de didin nasandin. Me ev akademî vekiriye da ku endamên xwe perwerde bikin. Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan û tevahî şehîdên azadiyê ku em ê Akademiya Şehîd Rêdûr bikin navenda perwedekirina li ser fikrê azad û neteweya demokratîk."

Dayika şehîd  Hisên Şêxo ( Rêdûr), Henane Nesro vekirina akademiyê pîroz kir û got:ʹʹ xwîna şehîdan val naçe. Em soz didin ku em ê şopdarên xeta wan bin.  Ez kelekî kêfxweş im ku ev akademî bi navê Şehîd Rêdûr e."

Paşê dayika şehîd Rêdûr şirîta vekirinê, qut kir.

(dm)

ANHA