Rojnameger Argeş Şengalî: Entegrasyona leşkerî tenê têrê nake

Rojnameger Argeş Şengalî diyar kir ku Rêveberiya Şengalê teqez dike ku entegrasyona leşkerî tenê têrê nake û divê gavên hevgirtî yên siyasî û rêveberiyê jî bên avêtin.

Rojnameger Argeş Şengalî: Entegrasyona leşkerî tenê têrê nake
19 cotmeh, 2026   07:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 27’ê Sibata 2025’an de ragihand li çer parçeyê Kurdistanê bû rojev.

Yek ji van herêmên ku entegrasyona demokratîk ket rojevê Şengal e. YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê bi mijara entegrasyona demokratîk bi hikûmeta Elî Elî Zeydî re di 11’ê Îlonê de li Bexdayê rûnişt û pêvajoya dan û standinê dest pê kir.  Rojnameger Argeş Şengalî ku pêvajoyê nêz ve dişopîne ji ajansa me ra axivî:

*Dan û standinên di çarçoveya entegrasyona demokratîk de di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û nûnerên Şengalê de niha di kîjan qonaxê de ne?

Têgeh û pratîka “entegrasyona demokratîk” hêz û paşxaneya xwe ya bingehîn ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk digire ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hate destpêkirin. Pêvajoyê bandoreke kûr li seranserê herêmê çêkir û gelek deveran jê sûd wergirt. Di vê çarçoveyê de Şengal yek ji wan herêman e ku bi taybetî piştî di navbera salên 2017 û 2024’an de rûbirûyî êrişên bênavber ên hewayî û bejayî yên Tirkiyeyê ma ku civak xwe li ser piyan bigire û bi dewleta ku tê de dijî re li ser esasê entegrasyoneke demokratîk têkiliyê deyne. Piştî ferman û êrişên 2014’an, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) li ser qadê şerekî berfireh dan meşandin. Şengal dema hikûmeta Nûrî El Malikî, Heyder El Ebadî, Mistefa El Kazimî, Mihemed Şiya El Sûdanî heta hikûmeta Elî El Zeydî û piştî berxwedaneke deh salan li hember êriş û provokasyonan, dewleta Iraqê yekem car di dîroka Iraqê de bi hêzeke ji neçarî çek rakiriye rasterast bi asta herî jor a biryardanê re rûnişt da ku entegrasyoneke fermî û rewa were avakirin.

Di hevdîtina 11’ê Îlonê ya bi nûnerên Şengalê û Serokwezîr Elî El Zeydî modela entegrasyonê, cihgirtina hêzên leşkerî û saziyên Meclisa Gel a Şengalê bi awayekî berbiçav hatin nîqaşkirin. 

Piştî civîna li New Yorkê û hevdîtina di navbera rayedarên Enqare û Bexdayê de pêvajoya hedî meşiya ji ber ku mercên ji aliyê Tirkiye ve hatibûn xwestin (bi taybetî daxwaza radestkirina Çiyayê Şengalê û veguhartina wê bo qadeke leşkerî ya di bin kontrola artêşa Iraqê de) ji bo Bexdayê giran bûn.

*Di mijara parastina statûya îdarî û siyasî de gelê herêmê û mekanîzmayên xwerêveberiyê de, li ser kîjan xalan li hev kirin û li ser kîjan xalan nakokî hene? Helwesta aliyên din li hember vê pêvajoyê çi ye?

Heta niha tenê dosyeya leşkerî nayê nirxandin; li kêleka hêzên parastinê, statuya îdarî, siyasî û saziyên sivîl ên civaka Êzidî jî rasterast li ser maseya hevdîtin kirine.

Rêveberiya Şengalê teqez dike ku entegrasyona leşkerî tenê têrê nake û divê gavên hevgirtî yên siyasî û rêveberiyê jî bên avêtin. Ji ber vê yekê, çawa ku ji sala 2014’an hêzên parastinê rêxistinbûneke berfireh a sivîl û siyasî ava bû, îro jî mijara tayînkirina qaymeqamtiyê, avakirina îdareya herêmî û fermîkirina xebatên meclisan di rojeva Bexdayê da ne.

Di bingeha dosyeya îdarî de nîqaşeke kûr li ser guhertina demografîk a ji serdema Sedam Huseyn a sala 1975’an heye; wê demê Şengal hatibû parçekirin û beşek ji herêmên wê bi navçeyên Ereban ve hatibû girêdan. Niha daxwaza sereke ew e ku Til Izêr û gundên derdora wê bi temamî vegerin ser navenda Şengalê da ku sînorên wê yên dîrokî bên sererastkirin. Li ser vî esasî, civaka Êzidî li şûna pergalên berê, daxwaza statuyeke nenavendî dike ku mîna herêmên Zaxo, Germiyan an Zubeyrê xwedî xweseriyeke îdarî be û bi hikûmeta navendî ya Bexdayê ve were girêdan.

9’ê Cotmeha 2020’an di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji revakirina Madeya 140’î ya Destûra Iraqê pêşiya vê diyaloga rasterast bigirin. Di heman demê de PDK‘ê di daxuyaniyên xwe de sazî û hêzên parastinê yên heyî yên Şengalê wekî pêkhateyên nefermî bi nav dike û li dijî vîna rêveberiya herêmî disekine. Sedema vê nerazîbûnê ew e ku serkeftina modeleke entegrasyona demokratîk a rasterast di navbera Şengal û Bexdayê de, dê rêkeftina Cotmeha 2020’an bi temamî bêbandor bihêle û pênaseya xala 140’î ya ji bo herêmên bi nakok ji holê rake.

*Siberoja YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê di çarçoveya dan û standinan de dê çawa şikil bigire? saziyên ewlehiyê yên fermî yên Iraqê, xistina çekan bin kontrola dewletê û xwedîgotina Êzidiyan di ewlehiya herêma xwe de dê çawa bên birêxistin?

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Asayîşa Êzîdxanê di çarçoveya dan û standinên bi hikûmeta navendî ya Iraqê re di demek krîtîk re derbas dibe. Ji ber ezmûna dîrokî ya fermana 3'ê Tebaxa 2014'an, civaka Êzidî teqez dike ku ewlehiya Şengalê tenê dikare bi destê hêzên xwecihî yên herêmê bê parastin. Lewma pêvajoyeke entegrasyonê ya ku van hêzan belav bike yan bihelîne ji aliyê civakê ve bi ti awayî nayê pejirandin.

Hêza heyî ji nêzîkî 5 hezar şervanên YBŞ'ê, zêdeyî 2 hezar şervanên YJŞ'ê û zêdetirî 2 hezar  endamên Asayîşa Êzîdxanê pêk tê, ev hêz hewl didin nasname û rola xwe ya parastinê biparêzin Xala sereke ya dan û standinên bi Serokwezîriya Iraqê re ew e ku ev hêz di bin sîwana qanûnî ya dewletê de bibin xwedî statûyeke fermî.

Li gorî plane, di qonaxa destpêkê de zêdetirî 4 hezar şervan di bin kontrola saziyên fermî de lê bi mercê mayîna li ser axa Şengalê tên entegrekirin, wekî hêzeke fermî erka xwe ya cihên pîrozbahî, çiya û civaka êzidî biparezin.

*Di dan ûvstandinan de parastina perestgeh û navendên pîroz ên Êzidiyan û mîrata wan a dîrokî û çandî çawa tê nîqaşkirin? Gelo entegrasyona demokratîk tenê wekî rewşeke îdarî û leşkerî tê dîtin, an jî wekî çareseriyeke berfireh tê sêwirandin?

Parastina perestgehan yek ji xalên herî esasî ye. Li Şengalê zêdeyî 70-80 perestgeh, qube û navendên pîroz hene. Di sala 2014’an de gelek ji wan hatin teqandin û hilweşandin. Di bîr û baweriya Êzidiyan de nabe kesekî ji derveyî vê baweriyê van deweran biparêze. Ji bo vê yekê, tê xwestin ku di nava Wezareta Karên Hundir de hêzeke taybet ji ciwanên bawermend ên civaka Êzidî were erkdarkirin ku tenê parastina van pîroziyan bike.

*Ji bo vegera bi ewle ya Êzidiyên ku hîn jî li kampan dimînin, çi plan û amadekarî hene? Heta niha di van mijaran de çi astengî û gav hene û divê çi were kirin?

Tevî bangewaziyên berdewam ên Meclisa Şengalê, astengiyên sereke li pêşiya vegerê berdewam dikin. Bi taybetî PDK‘ê nahêle koçber bi hêsanî vegerin; ji ber ku kampan ji bo wergirtina fonên Neteweyên Yekbûyî û wekî kartekî dengan di hilbijartinan de bi kar tîne. Hikûmeta navendî ya Iraqê û Wezareta Koçberan xwedî dosyaya qerebûkirinê ne; divê her malbata ku ji ber DAIŞ’ê zirar dîtiye bê qerebûkirin da ku malên xwe ava bikin. Eger ev pêngav bi cidiyet bê avêtin, hikûmet dikare di nava mehekê de hemû koçberan vegerîne ji ber Şengal ji bo civaka Êzidî ji her derê ewletir e. Divê deriyê koçberiyê were girtin.