Şiyar Şevger: Em ê têkoşîna şehîdan bi ser bixînin û xwedî li armancên wan derkevin

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger soza xwedîderketina li têkoşîna şehîdan da û bang li her kesî kir ku li dora şehîdan bicivin.

Şiyar Şevger: Em ê têkoşîna şehîdan bi ser bixînin û xwedî li armancên wan derkevin
11 mijdar, 2026   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger ev nirxandin kir:

"Şehîdên me yên li çar parçeyên Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînim û bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranîna wan ditewînim.

Dema dawî şehîdên Rojhilatê Kurdistanê û şehîdên Rojhilatî yên li Bakurê Kurdistanê şehîd bûne têne eşkerekirin. Van şehîdan ruhê yekîtiyê di nava Kurdan de afirandin. Paradîgmaya ku Rêber Apo ji bo parastina gelê Kurd danî holê, bi şehîdan hate qewînkirin. Ev şehîd pêşengiyê ji mirovahiya li Rojhilata Navîn re dikin. Ev paradîgmaya ku şehîd pêşengiyê jê re dikin ji bo tevahiya mirovahiyê û yekîtiya gelê Kurd e.

Ya rast, şehîd bûn wesîle ku em xwe û dîroka xwe nas bikin. Ya herî girîng jî bûn wesîle ku em dijminên xwe nas bikin ku komkujî li gelê me kirin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û van fedakariyên şehîdan em gihîştin vê astê. Bêguman armancên wan wê bi ser bikevin û têkoşîna wan wê belasebep neçe.

Weke gelê Rojhilat divê em bi rûmeteke mezin xwedî li van şehîdan derkevin. Şehîdên me li kîjan bajar û gundî dibe bila bibe divê gelê me, malbatên me, welatparêzên me li dora malbatên şehîdan bicivin, li hev kom bibin û piştgiriyê bidin wan. Divê wan bi tenê nehêlin. Êşa her malbatê êşa tevahiya Kurdan e. Malbatên me berdêl dan, canê xwe dan. Êşa wan giran e. Ji ber vê yekê jî divê kes wan bi tenê nehêle. Ji bo parastina rûmeta xwe ev berpirsyariya me ya li pêşberî şehîdên me ye.

Bi taybetî li Sineyê gelek şehîd hene. Li bajarên me yên din jî şehîd hene, lê belê Sine bajarekî berxwedanê ye, bajarekî şoreşê ye. Divê gelê me yê li Sineyê li dora van malbatên me bicivin û xwedî li wan derkevin. Tiştekî mirov jê bitirse nîne.

Bi taybetî rola dayikên me di nava vê şoreşê de gelekî girîng e. Divê her kes xwedî li dayikan derkevin ku ewladên xwe mezin kirin û tevlî vê tevgerê kirin. Dayik hêviya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Heta ku dayik hebin wê Kurdistan teqez bi ser bikeve.

Em vê sozê didin şehîdên xwe yên Rojhilat û parçeyên din ku heta niha hatin eşkerekirin û wê ji niha û pê ve bêne eşkerekirin: Em ê têkoşîna wan teqez bi ser bixînin û xwedî li armancên wan derkevin.

Dema dawî di çapemeniyê de hin nûçe hatin weşandin û dihate gotin bê çima şehîdên me ewqasî bi derengî hatine eşkerekirin. Bawerim gelê me pê zane; em tevgerek in ku li çiyayên Kurdistanê têdikoşin. Tevgera Apoyî li her devera welatê me, li çiyê li dijî dagirkeran têdikoşe. Li hemberî her cûre teknolojiyê, çekê û çekên kîmyewî ev têkoşîn meşand.

Di nava şerekî ew çend giran de firsend nebû ku şehadeta hevalên me di dema xwe de bê eşkerekirin. Piştî daxuyaniyên Rêber Apo pêvajoyeke aştiyê destpê kir. Ev pêvajoya aştiyê nîşaneya derbasbûna li qonaxeke nû ya têkoşînê ye. Ev derbasbûn firsend ji bo eşkerekirina şehîdan bi xwe re anî. Beriya niha şehîdên Bakurê Kurdistanê, Rojava û Başûr hate eşkerekirin. Niha jî şehîdên Rojhilat hatin eşkerekirin. Sedema derengketina eşkerekirina şehîdan ev e.

Bila gelê me zanibe ku hemû spekulasyonên li derveyî vê yekê rêbaza şerê taybet e. Divê gelê me guh nede van spekulasyonan. Tevgera Apoyî tevgereke welê nîne; her tiştên xwe zelal e. Em tevgereke gel in. Armanca şerê taybet parçekirina gelê Kurd e.

Divê ciwan û rewşenbîr li hin platforman bersivê bidin van. Têkoşîna gelê me wê teqez bi ser bikeve.”