Rojnameyên erebî behsa têkiliyên Sûriye-welatên Ereban kir

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih dan têkiliyên welatên Ereban bi hikumeta Şamê re, aloziya aborî ya Lubnanê û dosyaya koçberiyê.

Rojnameyên erebî behsa têkiliyên Sûriye-welatên Ereban kir
16 sibat, 2023   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê rewşa Sûriyeyê de, rojnameya El Ereb wiha nivîsî: “Erdheja ku hefteya borî li Sûriyeyê çêbûye, bi xwe re gelek encamên siyasî anîn. Di wê çarçoveyê de, Urdin ji bo normalîzekirina têkiliyên bi rejîma Sûriyeyê re ket tevgerê. Hin dewletên din ên Ereban jî ku dan û standinên bi rejîma Esed re qut kiribûn, dîsa têkiliyên xwe vegerandin. Diyar e ku welatên Ereban êdî îqna bûne ku aloziya Sûriyeyê bi rêya leşkerî nayê çareserkirin û vegera Şamê li qada erebî di asta herêmî de wê ji tecrîdkirina wê baştir be.

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefedî duh bi serokê Sûriyeyê re hewldanên ji bo gihîştina çareseriya siyasî ku karibe aloziyê bi dawî bike, yekitiya Sûriyeyê û serdestiya wê biparêze, nîqaş kiribû.

Serokê Sûriyeyê jî ew helwest erênî nirxand.

Hefteya borî jî Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah Bin Zayid Al Niheyan jî serdana Sûriyeyê kiribû.

Ji dema erdhejê de serokên gelek dewletên Ereban bi telefonê bi Esed re axivîbûn û piştgirî nîşan dabûn. Şîrovekar dibêjin ku ev piştevanî wê normalîzekirina têkiliyên Esed bi welatên herêmî yên derdorê re leztir bike.”

KEŞTIYEKE PENABERAN LI BERAVÊN LÎBYAYÊ NOQÎ AVÊ BÛ: 73 PENABER MIRIN

Rojnameya El Itîhad a Îmaratê jî têkildarî rewşa Lîbyayê nivîsî: “Rêxistina Penaberiyê ya Navneteweyî ya li Lîbyayê got ku keştiyeke penaberan li hember beravên Lîbyayê noqî avê bûye û herî kêm 73 penaberan jiyana xwe ji dest daye.

Rêxistinê diyar kir ku di keştiyê de nêzî 80 kesên ku berê xwe didan Ewropayê hebûye, ji wana tenê 7 kes rizgar bûne.

Li gorî daneyên heman rêxistinê, îsal di rêwîtiyên bi rêya Deryaya Spî yên ji Lîbya ber bi Ewropayê de, zêdetirî 130 kesî jiyana xwe ji dest daye.

Sala borî jî zêdetirî hezar û 450 kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Rêxistinê destnîşan kir ku rewş giran e û pêwîst e dewlet ji bo lêgerîn-rizgarkirinê derfetên xwe seferber bikin.

(cx)