Trump: Hewcedariya DYA’yê bi rêkeftina ligel Îranê nîn e

Serokê Amerîkayê Donald Trump got hewcedariya Washingtonê bi rêkeftinekê ligel Îranê nîn e û diyar kir ku wan Tengava Hurmuzê kontrol kiriye û nahêlin Îranê çeka nukleerî bi dest bixe.

 Trump: Hewcedariya DYA’yê bi rêkeftina ligel Îranê nîn e
12 mijdar, 2026   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ne bi hewceyî îmzekirina rêkeftinekê ligel Îranê ye û destnîşan kir ku welatê wî destkeftiyên darayî û leşkerî bi dest xistine û Tengava Hurmuzê kontrol kiriye.

Trump di peyameke li ser platforma xwe "Truth Social" de diyar kir ku DYA’yê bi sedan milyar dolar ji pereyên Îranê bi dest xistine û got, "ew roj êdî derbas bûne", bi vê yekê jî îşaret kir ku êdî tu pêdivî bi gihîştina rêkeftinekê bi Tehranê re nemaye.

Trump da zanîn ku hêzên Amerîkayê rê li pêş wergirtina Îranê ya çeka nukleerî girt û destnîşan kir ku hewcedariya Tehranê ji bo avakirina wêraniyên şer bi 25 salan heye.

(f)