Eisenkot hişyarî da Netanyahu ku dezgehên ewlehî nekişîne nava krîza destûrî

Gadi Eisenkot ê ku ji bo avakirina hikumeteke Îsraîlî hatiye erkdarkirin bang li Serokwezîr Benjamin Netanyahu kir ku xwe ji her cure kiryareke ku dibe serokên dezgehên ewlehiyê bixe rewşeke destûrî ya zehmet dûr bigire.

Eisenkot hişyarî da Netanyahu ku dezgehên ewlehî nekişîne nava krîza destûrî
11 mijdar, 2026   22:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Gadi Eisenkot ê ku ji bo avakirina hikumeteke Îsraîlî hatiye erkdarkirin, di peyameke ji bo Netanyahu de got: "Dezgehên ewlehiyê nexe nava aloziyên siyasî yên têkildarî mayîna hikumetê." Eisenkot soz da ku di zûtirîn dem de hikumeteke nû ava bike da ku şûna rêveberiya Netanyahu bigire.

Eisenkot ev daxuyanî, piştî sondxwarina endamên nû yên Knessetê û piştî ku Netanyahu banga avakirina hikumeteke yekitiya neteweyî ji bo rûbirûbûna gefên Îranê kir, hatin dayîn.

Netanyahu di axaftina xwe ya li Knessetê de got Îran hewl dide gefên xwe yên nukleerî ji nû ve ava bike û hişyarî da ku dibe zextên navneteweyî çêbibin da ku bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve were qebûlkirin û gefên Îranê wekî "gefên hebûnî” bi nav kirin û xwest ku mijarên din werin aliyekî û hikumeteke yekitiya neteweyî were avakirin.

(f)