Piştî baranê hêviya cotkaran geş bû

Barana dawîn metirsiyên cotktaran ên têkildarî binkeftina mewsima çandiniya bejî kêm kirin. Endazyarekî çandiniyê hişyarî da cotkaran ku niha semadê nereşînin.

Piştî baranê hêviya cotkaran geş bû
16 sibat, 2023   07:02
QAMIŞLO-XALID ETÊ

Ji dawiya meha Mijdara borî ve baran nebariyabû. Ji ber vê yekê cotkarên xwedî çandiniya bejî bi fikar bûn ku careke din xisarê bibînin.

Di dawiya Çileya borî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baran bariya. Li gorî navendên têkildar, li bajarê Qamişlo 160 mm, li Hesekê 151 mm, li Reqayê 194 mm, li Kobanê jî 194 mm baran bariya. Barana herî dijwar li gundewarên Dêrikê bû ku gihaşt 232 mm’an.

Cotkarê bi navê Îbrahîm Berî yê ji gundê Elî Fero yê Qamişloyê kêfxweşiya xwe ji ber barîna barê anî ziman. Îbrahîm Berî 400 donim erd bi cehê bejî çandiye û got: "Ji bo vî erdê me gelek xerc kiriye. Hêviyên me qut bûbûn. Barana dawî rih da çandiniyê. Pêşbiniya me bi mewsimeke baş heye."

Berî hêvî kir ku ji aliyê Desteya Çandinî û Avdanî ya Rêberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve planên çandiniyê yên ji bo zeviyên bejî û destekdayîna cotkaran hebin.

ʹREWŞA ÇANDINIYA BEJÎ BAŞ Eʹ

Endazyarê çandiniyê Xelîl Hesen jî anî ziman ku ji ber ku 2 mehan baran li herêmê nebariya, ji sedî 75 berhemên genim û ceh ên bejî zirar dîtiye û got: "Hindik mabû ku çandinî hişk û telef bibûya. Lê barana dawî ku li hin herêman 100 mm derbas kir, rih da çandiniyê. Em dikarin bêjin ku rewşa çandiniya bejî niha baş e."

Xelîl Hesen got: “Genimên ku hê şîn nebûne, dê di nava 20 rojan de li gorî mercên guncaw şîn bibin. Eger di hefteyên bê de hewa guncaw be derengketina qonaxa mezinbûnê ya niha jî dê bandorê li çandiniyê neke.”

Endazyar Xelîl Hesen da zanîn ku genim û ceh derdora 45 rojan li hemberî zuhabûnê li ber xwe didin û got: "Li gorî çavdêriya ma ya li ser çandiniyê, nebat hîna di pêvajoya xwemezinkirinê de ye, ji ber vê yekê em cotkaran agahdar dikin ku niha semadê nereşînin, ji ber ku dê ziyanê bide çandiniyê."

(bb)

ANHA