Welatiyan bazara Şam û Enqere ya li ser êşa mexdûrên erdhejê şermezar kir

Dewleta Tirk a dagirker nahêle alîkariyên mirovî yên ku Rêveberiya Xweser amade kirine derbasî herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê yên wêrankirî bibin. Hikumeta Şamê jî bi rojan derbaskirina alîkariyan asteng kir.

Welatiyan bazara Şam û Enqere ya li ser êşa mexdûrên erdhejê şermezar kir
16 sibat, 2023   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama erdheja ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû da, ziyaneke mezin a canî û madî gihişt Sûriyeyê. Tevî vê yekê hikumeta Şamê bi rojan alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji bo herêmên wêrankirî amadekiribû, asteng kir.

Welatiyên Minbic û Tebqayê nêzîkatiyên hikumeta Şamê yên der barê vê karesatê de şermezar kirin.

Welatiyê bi navê Xalid El Îbrahîm ê ji bajarê Tebqayê diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di ragihandina piştgiriya qurbaniyên karesata mirovî de li pêşî bû û bi bîr xist ku Rêveberiyê karwanên alîkariyên mirovî ji bo mexdûrên li herêmên hikumeta Şamê û yên dagirkirî amade kirin.

El Îbrahîm destnîşan kir ku hikumeta Şamê siyasetên hovane li dijî xelkê Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dimeşîne, ji 5 salan ve û li gel karesata mirovî ya ku gelek kes kirin qurbanî, ambargoyê didomîne.

Welatiya bi navê Zeyneb El Îbrahîm a ji Tebqayê jî kiryarên derexlaqî yên hikumeta Şamê yên li dijî şêniyên Şêxmeqûsd, Eşrefiyê û Şehbayê, girankirina ambargoya li ser wan û rêgirtina li ber alîkariyên mirovî şermezar kir.

Welatiyê bi navê Yûnis El Elî yê ji Tebqayê got, divê hikumeta Şamê ambargoya li ser herêmên ku ji ber karesata xwezayî wêran bûye, bi dawî bike û got: "Tevî hemû bûyerên ku rû dane jî hikumeta Şamê li gorî zihniyeta xwe ya çewsîner û hovane ya li dijî gelê Sûriyeyê kar dike."

Welatiyê bi navê Mihemed Yasîn Loza ji bajarê Heresta yê gundewarê Şamê ye û ji 5 salan ve li Minbicê dijîn got: "Em li konên ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji bo mexûdrên erdhejê vedaye, dimînin. Şêniyên herêmê gelek alîkarî dan. Heyva Sor a Kurd, Meclisa Leşkerî ya Minbicê  û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê li gorî derfetên xwe hemû pêwîstiyên sereke pêşkêş kirin."

Loza bi bîr xistin ku Rêveberiya Xweser û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karwanên alîkariyê yên ku alavên kolandinê û tankarên mazotê û madeyên din pêk tê ji herêmên wêrankirî yên bakurê rojavayê Sûriyeyê re şandin, lê dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ev alîkar asteng kirin.

Mihemed Yasîn Loza got: "Li herêmên dagirkirî rewş felaket û trajedîk e. Li cem şêniyên me yên li wir alavên rakirina kavilan tune ne. Şênî bi destê xwe kesên di binê kavilan de asê mane derdixin."

(bb)

ANHA