Ji Dêrsimê heta Zapê sûcê şer ê dewleta Tirk: Çekên kîmyewî

NY’yê beriya 17 salan 30'ê Mijdarê wek Roja Bîranîna Qurbaniyên Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî îlan kir. Dewleta Tirk ji Komkujiya Dersimê ve hemû peyman, protokol û qedexe binpê dike û li dijî Kurdan bikaranîna çekên qedexekirî didomîne û tevî hemû delîl û tespîtan jî nayê darizandin.

Ji Dêrsimê heta Zapê sûcê şer ê dewleta Tirk: Çekên kîmyewî
30 mijdar, 2022   00:42
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Neteweyên Yekbûyî (NY) di 11'ê Mijdara 2005'an de ji bo hişyariya têkildarî çekên kîmyewî û bîranîna qurbaniyan 30'ê Mijdarê wek "Roja Bîranîna Qurbaniyên Çekên Kîmyewî" îlan kir.

Di vê çarçoveyê de bi dehan peyman û protokol hatin çêkirin, rêxistinên çavdêr hatin avakirin û ji bo darizandina dewletên sûc kirine, dadgeh hatin avakirin. Îro jî bikaranîna çekên kîmyewî nîşan dide ku hemû gavên tên avêtin tenê li ser kaxizê ne û prosedur in. Di mehên dawîn de li hemberî sûcê bikaranîna çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên dewleta Tirk, tevî peymanên li dijî çekên kîmyewî jî welatên alîgirên peymanan bê deng in.

Çekên kîmyewî ku ji çekên konvansiyonel erzantir in û hêsantir tên hilberandin, li ser mirovan texrîbatên fizîkî û psîkolojîk çêdikin. Ev çek pergala navendî ya rehikan xira dikin, li hucreyên xwînê dixin û sîstema nefesê têk dibin û kujer in.

Mirovên ku rastî cureyên çekên kîmyewî tên, dikare di nava çend deqeyan de bimirin. Pergala nefesê xira dike û bêhngirtinê zehmet dike, dibe sedema jehrîbûn û krîzên dil. Sarîn û tabun ku wek gazên sinîran tên zanîn, dibin sedema windabûna hişmendiyê, korbûn û felcbûnê. Sarîn her wiha dibe dibe sedema zêdebûna xwîdana zêde û vereşandinê jî. Gaza sarîn bê reng û bê bêhn e û ji ber ku xurt e, zû belav dibe û zû bandore dike, herî zêde tê bikaranîn.

Çekên kîmyewî bi giştî wiha têne dabeşkirin:

1) Gazên Sinîrê; Sarîn (GB), Tabun (GA), Soman (GD), Methylphosphafonotioic asîd (VX).

2) Gazên Sotîner; Sulfur Mustard (HD), Nitrojen Mustard (HN) (gazên hardal), Levisit (L), Fosgen oksîm (CX).

3) Yên pişikê nehpirînin; Fosgene (CG), Diphosgene (DP), Klorîn (CL), Klorpikrin (PS).

4 ) Yên xwînê jehrî dikin; Klorura Sînojenîk, Hidrojen Siyanur

 5) Kêmkerên Kapasîteyê; psîkomîmetîk (3-Quinuclidinyl benzilate, LSD), Toksîn, gazên rondikrêj, chloroacetophenone (CN), ortho-chlorolenidine-malonitrile (CS), dibenz (b,f)-1,4-oksazepine (CR).

6) Yên giha û nebatan dikujin.

HERÊMÊN CÎHANÊ YÊN KU LÊ HATINE BIKARANÎN

Li gorî lêkolînan, beriya zayînê cara yekemîn di sala 600'î de ji aliyê artêşa Atînayê ve di dema dorpêçkirina bajarê Kirrayê de çekên kîmyewî û biyolojîk hatine bikaranîn. Di Nîsana 1915'an de artêşa Almanyayê bi 168 ton gaza klorê êrişî bajarê Belçîkayyê Ypresê kir û di encamê de bi sedan leşker mirin. Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de 125 000 ton gazên jehrî (klor, fosgene, siyanur û hardal) bûn sedem ku nêzî milyonek kes bimirin û bandor li 1.3 milyon kesên din bibe. Di encama birkanîna çekên kîmyewî yên di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de nêzî 3 mîlyon cihû li kampên wekî Auschwitz û Chelmnoyê ji aliyê naziyan ve hatin qetilkirin.

BI DEHAN PEYMAN Û PEYMANÊN BI CIH NAYÊN

Yekemîn peymana nivîskî ya kontrola çekên kîmyewî Peymana Strasbourgê ya 1675'an a di navbera Îtalya û Fransayê de bû. Di xala 57'an a peymanê de bikaranîna guleyên jehrî di şerên di navbera her du welatan de qedexe ye. Di Peymana Laheyê ya sala 1899'an de bi beşdariya 31 dewletan, gava yekemîn a pirneteweyî û qebûlkirî ya ji bo kontrolkirina çekên kîmyewî hat avêtin. Li gorî peymanê, bikaranîna gazên fetisîner, jehrî û yên mîna wan qedexe ye. Lê belê 20 sal piştî vê peymanê Şerê Cîhanê yê Yekemîn çêbû. DYA’yê jî di dema Şerê Vîetnamê de Napalm bi kar anî.

Iraqê di sala 1931'an de Protokola Cinêvê îmze kir. Sedam Huseyîn bi Komkujiya Helebceyê ya 16'ê Adara 1988'an re protokol binpê kir. Di komkujiyê de herî kêm 5 hezar Kurd hatin qetilkirin û nêzî 10 hezar kesî birîndar bûn. Di lêkolînan de derket holê ku di komkujiyê de hardal, sarîn û siyanur hatine bikaranîn. Di êrişa kîmyewî ya Tebaxa 2013'an a li herêma Xutaya Rojhilat a Sûriyê de zêdetirî hezar 400 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû.

DADGEHA RUSSELL

Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî ku bi navê ‘Dadgeha Russell’ jî tê naskirin, bi serkêşiya fîlozofê Îngilîz Bertrand Russell hate avakirin da ku sûcên şer ên DYA'yê yên li Vîetnamê lêkolîn bike û ji cîhanê re eşkere bike. Dadgeha Russel di sala 1966’an de bi beşdariya nûnerên 18 welatan hat avakirin û danişînên wê di sala 1967’an de li Stockholm û Kopenhagenê li dar ketin.

RÊXISTINA QEDEXEKIRINA ÇEKÊN KÎMYEWÎ Û DADGEHA CEZA YA NAVNETEWEYÎ

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) di 29’ê Nîsana 1997’an de, li bajarê Lahey ê Hollandayê hate avakirin. Rêxistin tenê heke serlêdanên welatên endam hebin lêkolînan dike û belge û delîl hebin jî serlêdanên din qebûl nakin. Tevî ku dîmen, agahî û belgeyên têkildarî çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bi kar anîne hebûn jî, bi hinceta ku ne serlêdana dewletekê ye, lêkolînek nekir.

Di Konferansa Neteweyên Yekbûyî de ku ji 15'ê Hezîranê heta 17'ê Tîrmeha 1998'an li Romayê hate lidarxistin, biryar li ser qanûna damezirandinê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî hate dayîn. Dadgeha Ceza ya Navneteweyî di 11'ê Adara 2003'yan de wek dadgeheke navneteweyî ya ku sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên qirkirinê û sûcên êrişkariyê didarizîne, dest bi kar kir. Dadgehê heta niha Uganda, Komara Domînîk, Lîbya, Kongo, Afrîkaya Navîn û Kenya darizandine lê qala dewletên ku çekên kîmyewî hildiberînin, difiroşin û bi kar tînin, nekiriye.

ROJA BÎRANÎNA QURBANIYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) di 11'ê Mijdara 2005'an de ji bo hişyariya li dijî gefa çekên kîmyewî û bîranîna qurbaniyan ku tevî peyman û dadgehên navneteweyî jî pêşî li bikaranîna çekên kîmyewî nehat girtin, 30'ê Mijdarê wek 'Roja Bîranîna Qurbaniyên Şerê Kîmyewî' îlan kir. Lê belê ji bilî bîranînê her roj hejmara qurbaniyan zêde dibe û ceza li sûcdaran nayê birîn.

PEYMAN Û PROTOKOLÊN LI DIJÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ KU DEWLETA TIRK ÎMZE KIRINE

* Di sala 1925'an de bi Protokola Cinêvê ku ji aliyê 134 dewletan ve hate îmzekirin ku Tirkiye jî di nav de ye, bikaranîna gazên kîmyewî di şeran de hate qedexekirin.

* Tirkiye di sala 1979'an de bû aliyeke Peymana Astengkirina Belavkirina Çekên Nukleer (NPT) ku di sala 1968'an de hatibû danîn.

* Peymana Çekên Biyolojîk (BWC) anku Peymana Îmhakirin û Qedexekirina Hilberandin, Bipêşvebirin û Depokirina Çekên Bakterîolojîk û Toksin, di 20’ê Nîsana 1972’yan de 183 dewlet tev lê bûn û kete meriyetê, yekemîn peymana piralî ye ku hilberandina çekên biyolojîk qedexe dike. Tirkiye ji sala 1974’an ve aliyek e.

* Tirkiye, di sala 2000'î de bû alîgira Peymana Berfireh a Qedexekirina Testên Nukleerê (CTBT) ku di sala 1996'an de hate danîn.

* Tirkiye di Peymana Çekên Kîmyewî de ku di sala 1993'yan de bi erêkirina 187 dewletan hate danîn, di sala 1997'an de bû aliyek. Ev peyman ji hêla Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve tê kontrolkirin.

* Peymana Qedexekirin an jî Sînordarkirina Bikaranîna Hin Çekên Konvansiyonel di sala 1981'an de li ber îmzeyê hat vekirin û di sala 1983'yan de ket meriyetê. Tirkiye di sala 2005'an de bû aliyeke peymanê.

* Di sala 2002'yan de Rêbera Rêgezên li dijî Belavbûna Moşekên Balîstîk a laheyê (HCOC), ji bo tevkariyê li hewldanên pêşîgirtina belavbûna moşekên balîstîk ên dibe ku veguherin çekên komkujiya girseyî, wek tedbîreke zelalî û çêkirina baweriyê hat danîn. Tirkiye di heman salê de tev lê bû.

* Weke dewama Protokola Cinêvê, Tirkiyê di 29'ê Nîsana 1997'an de Peymana Qedexekirina Pêşvebirin, Hilberîn, Stokkirin û Bikaranîna Çekên Kîmyewî ku ji aliyê NY’yê ve di sala 1993'yan de hate danîn, xist meriyetê.

CARA YEKEMÎN DI KOMKUJIYA DÊRSIMÊ DE BI KAR ANÎN

Dewleta Tirk endama van hemû peyman û protokolan e lê bi bikaranîna çekên kîmyewî wan binpê dike. Bi çekên kîmyewî yên li dijî gelê Kurd û gerîlayên PKK'ê bi ar tîne, roj bi roj sûcên xwe yên şer zêde dike. Dewleta Tirk ji Komkujiya Dêrsimê heta Herêmên Parastinê yên Medyayê bikaranîna çekên kîmyewî didomîne. Di Komkujiya Dêrsimê (1937-1938) de cara yekemîn çekên kîmyewî bi kar anîn. Di belgeyekê de ku Navenda Lêkolînê ya Dêrsimê (DAM) di sala 2014'an de weşandibû û aîdî serokwezîrê berê Îbrahîm Refîk Saydam bû, diyar kiribû ku li dijî sivîlan gaza jehrî hatiye bikaranîn. Komkujiya Dêrsimê destpêkek bû.

BAKURÊ KURDISTANÊ

* Di 17'ê Gulana 1994'an de li çiyayê Bêzar ê Semsûrê 28 ciwan ku 22 ji wan xwendekarên dersxaneyan bûn, bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin.

* Di sala 1995'an de artêşa Tirk li herêma Geliyê Şêx Cûma yê di navbera navçeya Şîrvan a Sêrtê û Bedlîsê de çekên kîmyewî bi kar anîn û 80 gerîla qetil kirin û piştre bi komî çalkirin.

* Di sala 1999'an de li nêzî gundê Bilika yê Şirnexê di encama bikaranîna gaza kîmyewî de 20 gerîlayên PKK'ê şehîd ketin.

* Di sala 2009'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 8 gerîlayên PKK'ê şehîd bûn.

* Di navbera 22-24'ê Cotmeha 2011'an de li Geliyê Qazan ê Çelê di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 36 gerîlayên HPG'ê şehîd bûn.

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

* Komên çete yên Ehrar El Şam û Cebhet El Nusra yên bi desteka Tirkiyê di êrişên xwe yên li dijî taxa Kurdan a Şêxmeqsûd a Helebê de di navbera 8-12'ê Gulana 2016'an de 2 caran çekên kîmyewî bi kar anîn. Di êrişan de zarok jî di nav de, gelek kes şehîd bûn.

* Di 20'ê Çileya 2018'an de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirk li Efrînê dest bi êrişên dagirkeriyê kiriye, di êrişên hewayî yên li ser gundên Bilbilê û Şerayê de çekên qedexekirî bi kar anîne.

* Di 9'ê Cotmeha 2019'an de ji aliyê gelek sazî û rayedaran ve hate belgekirin ku dewleta Tirk li Serêkaniyê û Girê Spî çekên qedexekirî yên kîmyewî bi kar anîne. Li navçeya Til Temir laşê zarokê 13 salî Mihemed Emîn Mihemed di encama bikaranîna bombeyeke fosforê de şewitîbû.

HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ

* Li Başûrê Kurdistanê di êrişên 10-14’ê Sibata 2021'an de yên li dijî Garê pêk hatin, çekên qedexekirî hatin bikaranîn û rayedarên HPG'ê ku li ser mijarê daxuyanî dan, ji bo lêkolînkirinê xwestin ku şandeyên serbixwe biçin herêmê.

* Komîteya Tenduristiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 5’ê Mijdara 2021’an de bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), Bijîşkên Sînornenas, Neteweyên Yekbûyî, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT), rêxistinên mafên mirovan û parêzvanên mafên mirovan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, bê lêkolînkirin û amade ne alîkariya her lêkolînekê bikin.

* Di 27'ê Mijdara 2021'an de endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayılan got: "Gaza sinîran ku madeya wê ya sereke Tabun e, sulfur mustant ku gazeke fetisandinê ye û gaza îsotê tê bikaranîn."

* Tê diyarkirin ku di êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê de ku di 17'ê Nîsana 2022'yan de dest pê kir û 9 meh li pey xwe hiştin, bi sîstematîk bikaranîna çekên kîmyewî didome. Di bîlançoya 6 mehan de ku HPG'ê der barê êrişan de aşkera kir, hate diyarkirin ku di navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Cotmehê de dewleta Tirk 2 hezar û 467 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî bi kar anîne. 20'ê Mijdarê jî dewleta Tirk bi bombekirina cihên şer 6 caran bi bombeyên qedexekirî û 11 caran jî bi çekên kîmyewî sûcên şer kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bombeyên nukleer ên taktîkî, bombeyên termobarîk û fosforê hatine bikaranîn û di navbera 14'ê Nîsanê û 14'ê Mijdarê de di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 174 gerîlayên HPG'ê şehîd bûne.

DELÎL LI HOLÊ NE LÊ...

Di 18'ê Cotmeha 2022'yan de HPG’ê dîmenên gerîlayên duçarî çekên kîmyewî bûne, parve kirin. Tespîtên cidî di dîmenan de têkildarî madeyên kîmyewî hebûn. Pisporên ku li vîdeoyan temaşe kir, diyar kir ku artêşa Tirk dibe ku bombeyên cuda yên kîmyewî yên wekî Siklosarin (GF), klorofîn, mustant sulfur (SM), Tabun (GA), Sarîn (GB) û fosfora spî, her wiha metalên giran ên Tungsten, bombeyên jehrê yên Cyanogenic bi kar anîne. Ji aliyeke din ve jî xelk û dostên Kurdistanê daxwaza darizandina dewleta Tirk, bicihanîna peymanên navneteweyî yên têkildarî qedexekirina çekên qedexekirî û çûyîna şandeyeke serbixwe bo deverê û lêkolînê kir.

Yekitiya Bijîşkan a Navneteweyî ya li dijî Şerê Atomê/Bijîşkên Xwedî Berpirsyariya Civakî (IPPNW) ji bo tespît bike ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anîne, di navbera 20-27'ê Îlona 2022'yan de heyetek şand Başûrê Kurdistanê. Heyetê di vê serdanê de ragihand ku li ser binpêkirina Peymana Çekên Kîmyewî hin delîl bi dest xistine.

Di 16'ê Mijdara 2022'yan de li parlamentoya Iraqê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî gerîlayên azadiyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk komîsyonek taybet hat avakirin. Komîsyon dê biçe herêmên êriş lêhatine kirin û lêkolînê bike.

ANHA