Çalakiya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi coş dewam dike

Çalakiya kovendanê ya li Qamişlo di roja duyemîn de dewam dike. Beşdarên çalakiyê anî ziman ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, xeta têkoşînê bidomînin.

18 cotmeh, 2023   12:19

Bi diruşma ′Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh li pêş avahiya Komserîya Kar û Barên Penaberan a NY′yê ya li bajarê Qamişloyê çalakiya konvedanê li dar xist.

Çalakî ji bo piştgiriya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya 10`ê Cotmehê li ser asta cîhanê hatî ragihandin, tê lidarxistin.

Di roja duyemîn a çalakiyê de xelkê navçeya Til Koçer a kantona Qamişloyê berê xwe da kon. Xelkê Qamişlo, endamên Însiyatîfa Gel ew bi diruşmên′Bê Serok Jiyan Nabe′ pêşwez kirin.

Di bin kon de endama Însiyatîfa Gel Medya El Hiyawî axivî û wiha got: "Ji vir em dengê xwe tev li pêngava di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalana dikin û bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku dev ji siyasetên paşguhkirinê berdin, li deng û xwestekên me guhdar bikin."

Medya diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne pêkan e aştî li Rojhilata Navîn pêk were, ji ber ku wî bingehên çareserkirina krîzên teahî gelan danî. Medya soz da ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew têkoşînê bilind dikin.

Endamê rêveberiya Meclisa Kantona Qamişlo Mesûd Yûsif jî axivî û got: "Pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan çareya yekane ya çareserkirina krîza Sûriyeyê ye. Bi saya felsefeya wî me pêkhateyên hermê herêmên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve bir. Divê em li dora fikra Rêbertî heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bicivin."

Endama Kongra Star a Qamişloyê jî Henîfe Mihemed îşaret bi hejmara jinên beşdarî çalakiyê bûne kir û got ev nîşaneya îsrara jinan a xeta têkoşînê ye ku Rêber Abdullah Ocalan ji wan re daniye.

Çalakî bi sînevîzyona li ser armancên komploya navneteweyî, şîrovekirina pergala tecrîdê û îşkenceya ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dike.

(fr/c)

ANHA