​​​​​​​Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê 2 tûrbînên gazê xebitandin

Ekîbên pispor ên kargeha Siwêdiyê 2 tûrbînên gazê xebitandin û bi tora giştî ya kehrebeyê ve girê dan. Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê jî destnîşan kir ku kehrebe dê li xetên xizmetguzariyê were belavkirin.

​​​​​​​Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê 2 tûrbînên gazê xebitandin
29 mijdar, 2022   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 23’yê Mijdarê de û di çarçoveya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, kargeha gazê ya gundê Siwêdiyê ya başûrê Navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hat hedefgirtin, di encamê de kargeh rawestiya û kehrebe li Herêma Cizîrê û gaz li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bûn.

Ekîbên pispor ên Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê ji bo vegerandina kehrebeyê ketin tevgerê.

Vê êvarê jî, nivîsgehê bi rêya rûpela xwe ya fermî ya li ser Facebookê da zanîn ku 2 tûrbînên gazê hatin xebitandin û bi tora giştî ya kehrebeyê ve hatin girêdan, ku dê 35 mêgawat kehrebe bidin.

Nivîsgehê da zanîn ku kargeh dê kehrebeyê tenê bide xetên xizmetguzarî yên Herêma Cizîrê.

Ajansa me îro der barê ziraran de ku di encama topbaranê de gihîştine kargehê raporek belav kiribû.

(mh)

ANHA