Şêniyên Tebqayê şehîdekî xwe oxir kir
Şêniyên bajarê Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekaiya Hundirîn şehîd Ehmed El Xarûf bi merasîmekê oxir kir.
Bi sedan şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn ku li Goristana Şehîdan a Tebqayê hat lidarxistin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed El Xarûf 17`ê Cotmehê dema erka têkoşîna dijî madeyên hişbirê bi cih dianî, li bajarê Tebqayê gihîşt şehadetê.
Merasîmê bi rêzgirtinê û torana leşkerî dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hind Xelîl axaftinek kir. Hind got: “Şehîd Ehmed heta dema şehadeta xwe rêya şehîdan şopand. Ew li ser destê bazirganên madeyên hişbir ên ku welatê me xirab dikin, şehîd bû. Em bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têgihîştî ne, em ê wefadarên fedakariyên şehîdan bin û destkeftiyên wan biparêzin.”
Hevserokê Komîteya Hundirîn a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û Gundewarên wê Riyad El Walî jî wiha axivî: “Li vî cihî em şehîdekî din ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir dikin. Hêzên ewlekariyê her tim ji bo parastina aramiya welatê me şiyar in.”
El Walî anî ziman ku ewê bersiva hemû gefên dijî ewlehiya herêmê bidin û ji bo parastina nirxên xwe yên manewî û madî, dê hemû hêza xwe seferber bikin.
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Ehmed El Xarûf hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de hat defnkirin.
(c)
ANHA