PYD: Divê sûcdarên komkujiya Xezayê werin cezakirin

PYD′ê komkujiya li dijî sivîlên Xezayê şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku sûcdaran di zûtirîn dem de muhasebe bike.

PYD: Divê sûcdarên komkujiya Xezayê werin cezakirin
18 cotmeh, 2023   11:33

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê komkujiya li Xezayê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

 "Em bi navê Meclisa Giştî ya PYD′ê vê komkujiya ku li nexweşxaneya Memedanî ya li Xezayê pêk hatiye şermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û şifaya xêrê ji birîndaran re hêvî dikin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku di zûtirîn dem de sûcdarên vê komkujiyê muhasebe bike.

Ev nêzî sedsal e ji bo çareserkirina dozên li herêmê tundî tê bikaranîn, ruxmî ku hemû alî, windahiyan didin û zirarên mezin dibînin jî, tu ders nayên wergirtin û tundî dewam dike.

Em PYD′ê diyar dikin ku neteweperestî û olperestî ji bilî karesat û êş tiştekî din ji niştecihên herêmê re nayne. Şer ne çareserî ye, lê belê pirsgirêkan kûrtir dike û ber bi rêyeke xitimî ve dibe. Pêdiviya me bi têgeha aştiyane û demokrasiyê heye ku tevahî doz, di nav de doza Filistînê werin çareserkirin.

Eger şer ji bin kontrolê derkeve, dê bi xwe re encamên wêranker ji bo her du aliyan bîne û dê kîn û nefretê kûr bike. Ji lew re, em bang li civata navneteweyî dikin ku vî şerî hovane ku rojane bi hezaran welatî dibin qurban bi dawî bike, divê zext li aliyên şer were kirin ku agirbestê ragihînin, ji bo pevguhartina dîlgirtiyan dest bi diyalogê bikin û rewşa mirovî li Xezayê were nîqaşkirin."

(fr/c)