Şêniyên Minbicê: Em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin

Bi dirûşma "Dem dema azadiya rêber Abdullah Ocalan e" Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Minbicê xwepêşandaneke girseyî ji bo şermezarkirina tecrîdê li dar xist û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

Şêniyên Minbicê: Em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin
21 îlon, 2022   10:30
MINBIC

Bi sedan şêniyên Minbicê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, saziyên jinan, nûnerên ji partiyên siyasî û meclisên gundewaran beşdarî xwepêşandanê bûn.

Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Bi fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan em ê şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin" û "Bi pêşengiya jinên ciwan em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin” hildan.

Xwepêşandan ji Çerxerêya Mîzan ber bi kolana Wadî ya li naverasta bajêr dest pê kir.

Li wir hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Minbic û Gundewarên Wê Ehmed El Cimêlî axivî û wiha got: "Ji dema rêber Ocalan dest bi têkoşîna xwe ya azadiya hemû gelan kir, tevahî rejîmên kapîtalîst şerê wî kir. Ji lew re komployeke navneteweyî li ser rêber Ocalan pêk anîn, xwestin fikrê rizgariyê ku azadiya her kesî mîsoger dike, têk bibin."

El Cimêlî wiha domand: "Ji dema şoreş û têkoşîna me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir; destpêkê ji Kobanê û têkbirina DAIŞ’ê, rejîmên kapîtalîst, di serî de dewleta Tirk a faşist, ketin nava tevgerê."

El Cemêlî wiha dawî li gotina xwe anî: "Bi rêya êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya Tirk hewl dide projeya heyî têk bibe, ji ber baş dizane ku ev proje li ser bingeha metoda neteweya demokratîk, fikir û felsefeya rêber Ocalan hatiye avakirin ku bikeve xizmeta hemû gelên herêmê."

Xwepêşandan bi dirûşmên banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA