Çalakiya pirtûkxaneya gerok li Tebqa û gundewarê wê jî dest pê kir 

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê li taxa Mansûra ya bajarê Tebqayê çalakiya pirtûkxaneya gerok li dar xist. Çalakî di çarçoveya hemleya "Werin Cenga Azadiyê" de ji bo danasîna felsefe û ramanê rêber Abdullah Ocalan di nav civakê de, pêk tê.

Çalakiya pirtûkxaneya gerok li Tebqa û gundewarê wê jî dest pê kir 
21 îlon, 2022   10:59
TEBQA

Ev çalakî di çarçoveya hemleya "Werin Cenga Azadiyê" de ye. Armanca çalakiyê danasîna fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan di nav civakê de ye. Di roja yekem de pirtûkxaneya gerok li kolanên navçeya Mansûra geriya (30 km rojhilatê bajarê Tebqayê).

Piştî ku gera pirtûkxaneyê bi dawî bû, li avahiya meclisa sivîl a li navenda Mansûrayê sekinî.

Di çalakiyê de berdevka Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê Şeza El Elî axivî. Şeza armancên çalakiyê wiha anîn ziman: "Me ev çalakî ji bo danasîna fikrê rêber Ocalan û belavkirina pirtûk û parêznameyên wî yên herî girîng ku pêşkêşî hemû gelan kiriye, li dar xist."

Şeza her wiha got: "Bi saya fikrê ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, em di astên bilind de cih digirin û bi sazî, dezgeh û partiyên ku îdeolojî û felsefeya wî dipejirînin, civakên xwe bi pêş ve dibin."

Di dawiya roja yekem a çalakiya pirtûkxaneya gerok de pirtûkên rêber Ocalan li welatiyan hatin belavkirin.

Pirtûkxaneya gerok ji bi dehan parêzname û analîzên rêber Abdullah Ocalan yên bi zimanê erebî û kurdî pêk tê.

Tê payîn ku çalakî 3 rojan bidome, di roja duyem de dê berê xwe bide navçeya El Cirniyê ya bakurê Tebqayê. Roja sêyem ku ya dawî ye dê li bajarê Tebqayê be.

(hs)

ANHA