Bi sedan kesî li Qamişlo xiyaneta PDK`ê û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir

Bi sedan şêniyên Qamişlo li dijî êrişên dagirkeriya Tirk yên li ser herêmê, xiyaneta PDK`ê û beşdariya wê di êrişan de tevî dagirkeriya Tirk xwepêşandan kirin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kirin ku sînorekî ji xiyaneta Partiya Demokart a Kurdistanê re deynin.

Bi sedan kesî li Qamişlo xiyaneta PDK`ê û êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir
21 îlon, 2022   10:14
 QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, nûnerên partiyên siyasî, saziyên jinan û yên sivîl li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistanê û beşdariya Partiya Demokart a Kurdistanê (PDK) tevî dewleta Tirk di êrişên dagirkeriyê de, her wiha li dijî bêdengiya navneteweyî xwepêşandan kir.

Xwepêşandanê ji pêşiya Dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş a li rojavayê bajêr dest pê kir. Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên PYD`ê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Star û pankertên bi nivîsên “Na ji gefên dewleta Tirk a faşîst re, Na ji guhertina demografîk re, herêmên me ewle ne, Na ji bêdnegiya navneteweyî li hember qirkirina gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, Erdogan kujerê zarokan e” bilind kirin.

Xwepêşdan li Çerxerêya Cotkaran a taxa Kornîş veguherî mitîngê, li wê derê endamê Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) li Qamişlo Silêman Ebû Bekir axivî. Ebû Bekir êrişên dagirkeriya Tirk ên bi balafirên bêmirov bi taybet êrişên piştî lihevkirinên dualî û sêalî yê li Tehran û Soçiyê, şermezar kirin û got: “Armanca wan lihevkirinan tunekirina hebûn û îradeya me ye û bazara li ser xwîna me ye.”

Ebû Bekir her wiha bang li hêzên ku îdiaya demokratîk û mirovahiyê dikin, kir ku li hember komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê erkên xwe yên mirovî pêk bînin.

Silêman Ebû Bekir bal kişand ser xiyaneta PDK`ê û beşdariya wê tevî artêşa Tirk a dagirker di êrişan de û got: “PDK rê li dagirkeriya Tirk re vedike da ku êrişan li dijî hêzên HPG`ê pêk bîne. PDK bi karên ku dike, ketina xwe di çirava xiyanetê de piştrast dike.”

Ebû Bekir bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember xiyaneta PDK`ê bisekinin û sînorekî jê re deynin.

Silêman Ebû Bekir amaje bi komkujiyên deshtilata Îranê li dijî gelê Kurd û jinan bi taybetî kir û wiha axivî: “Rejîma Îranê bi siyasetnê xwe yên zordestiyê ku herî dawî Jîna Emînî ya 22 salî kuşt, dixwaze rastî û îradeya jina azad ji holê rake.”

Xwepêşandan bi dirûşmeyên li dijî xiyanet û ajantiyê û yên silavkirina berxwedanê bi dawî bû.

ANHA