Li Şamê xwepêşandana ji bo piştgiriya Siqêlbiyê

Şêniyên Şamê bi armanca piştgiriya xelkê Siqêlbiyê ya Hemayê xwepêşandanek li dar xist.

Li Şamê xwepêşandana ji bo piştgiriya Siqêlbiyê
28 adar, 2026   11:14
ŞAM

Duh derengiya şevê şêniyên Bab Tûma, Qesai û Bab Şerî yên Şamê, ji bo piştgiriya şêniyên Siqêlbiyê yê Hemayê ya ku piraniya niştecihên wê xiristiyan in, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandan li pêşiya Dêra Meryemiyê bi tevlêbûna bi dehan ciwanan pêk hat. Di xwepêşandanê de pankartên "Heya mirinê bi Siqêlbiyê re" vekirin.

Xwepêşandêran, hikumeta demkî rexne kir û xwest tedbîrên parastina şêniyan bigire.

Duh êvarî komeke çekdar ji gundên derdorê, derbasî bajarê Siqêlbiyê yê gundewarên Hemayê bûn û astengî ji şêniyan re derxistin. Çekdaran çayxane û milkên gundiyan xirab kirin û gefa bikaranîna bombeyan xwarin. Hate zanîn ku di navbera şêniyan û koma çekdar de pevçûn derket û gule hatin avêtin. Di encamê de hin sivîl bi giranî birîndar bûn.

Hêzên ewlehiyê yên hikumetê destwerdan nekir, ev yek bû sedema tirsê di nava şêniyan de.

(bb)