Dewleteke din a “xîlafetê” li bakurê Sûriyê ava dibe

Herêmên Sûriyên yên dagirkirî, bi taybet Idlib veguherîne staregeke ewle ji bo komên çeteyan û rêxistina El-Qaîde. Pispor û rojnamevan hişyarî didin ku dewleteke din a “xîlafetê” li ber çavên civata navneteweyî li bakurê Sûriyê yê dagirkirî ava dibe.

Dewleteke din a “xîlafetê” li bakurê Sûriyê ava dibe
24 tîrmeh, 2022   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Herêmên Sûriyê yên dagirkirî, veguherîne stargeheke ewle ji bo komên çeteyan û rêxistina El-Qaîda.

Ruxmî ku dewleta Tirk dibêje, Heyet Tehrîr El-Şam Idlibê serwer kiriye, lê hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Amerîka bi dehan serçeteyên DAIŞ`ê li nêzî baregehên artêşa Tirk kirin hedef.

Di 27`ê Cotmeha 2019`an de balafirên Amerîkayê serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî li bakurê Idlibê dûrî çend metreyan ji nuqteyeke hêzên Tirkiyê, kir hedef. Piştî wê bi kêmtirî 3 salan, balafirên Amerîkayê serçeteyê duyemîn ê DAIŞ`ê Ebû Îbrahîm El-Qureşî li Ildibê jî kir hedef.

Gelek komên terorîst li Idlibê hene; Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê), Hûrasûdîn, Artêşa Badiye, Ceyş El-Sahil, Seriyet Kabil, Seraya El-Sahil, Ceyş El-Melahim, Cund El-Şerîa tev li Hûrasûdîn bûn û veguherîn, rêxistinek li parêzgeha Idlib, herêmên derdora Hema û Lazîqiye.

Hizb El-Tirkistanî ya Îslamî, alîgirên berê yê El-Qaîde ye. Li kantona Xinjiang a bakur Çînê ava bûye. Lê hebûna vê komê li Sûriyê û Idlibê baş e. Ceyş El-Badiye û Melahim komên biçûk in û girêdayî El-Qaîde ne.

DAIŞ tev li şerên li dijî hêzên hikumeta Şamê li Idlibê bû. Gelek gund û bajarokên ser sînorên di navbera Hema û Idlibê de kontrol kirin û ji destê Heyet Tehrîr El-Şam girt.

Rojnamevanê sûrî yê ji Efrînê, Nûrhat Hesen sazûmaniya komên terorsît li Idlibê şîrove kir û got: “Derdora 8 hezar endamên Hizb El-Tirkistanî ya Îslamî li Idlibê hene. Bi Cebhet El-Nusra re serweriya Idlibê parve dikin. Baregehên wan li çiyayê Zawiye û Sehil El-Xab hene. Hurasûdîn jî, veşartî ye û nikare xwe diyar bike, ji ber xetertirîn serçeteyên El-Qaîde di nav wê de ne ku li ser DYA`yê xeter in. Ji ber wê balafirên bêmirov ên biçek ên Amerîkayê wan dike hedef.”

IDLIBÊ NUQTEYA DESTPÊKIRINA TERORÊ YE

Idlib nuqteya destpêkirina terorê ye ku li herêmên din ên dagirkirî yên Sûriyê mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî belav bûn.

Pisporê kar û barên rêxistin û tevgerên tundrew Munîr Edîb got: “Li herêmên dagirkirî komên herî tundraw û hov hene. Ruxmî ku ev kom xwedî perspektîfên cuda û nakok in, lê sîwan, strageh û dewleta ku parastinê ji van koman re peyda dike, xwest ev kom li vê herêmê bin û di nav wan de aştî hebe. Dewleta Tirk stargeheke ewle ji wan rêxistinan re peyda kir, hewîdoreke guncew di navbera wan rêxistinan de peyda kir. Bi taybet ji ber ku ev rêxistin berjewendiyên wê pêk tîne. Ev destnîşan dike ku Tirkiye destekê dide van koman yan jî herî kêm çavê xwe li hemberê digire û wan ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî û leşkerî bi kar tîne.”

Ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker dibêje, 'Artêşa Niştimanî ya Sûriyê' herêmên dagirkirî kontorl dike, lê tevgereke çalak a DAIŞ`ê li wan herêman heye.

Di 2021`an de Koalîsyona Navneteweyî serçeteyê 'Meclisa Şûra' ya DAIŞ`ê Ebû Hemze El-Şihêlî li gundewarê Serêkaniyê kuşt.

 Di Tîrmeha 2022`yan de jî, koalîsyonê ragihand ku wê serçeteyê DAIŞ`ê yê Sûriyê Mahir El-Egal li gundewarê Efrînê kuştiye.

Nûrhat Hesen di vî warî de got: “Li Efrîn bi sedan endamên berê yên DAIŞ û serçeteyên wan hene. Tev li komên opozîsyonê bûn. Mîna endamên komên Ceyş El-Şerqiye û Ehrar El-Şerqiye endam û serçeteyên DAIŞ`ê bûn. Ji Dêrazorê çûn Efrîn, Cerablus, Bab, Ezaz û Idlibê. Nayê veşartin ku komên opozîsyonê xwedî fikrekî DAIŞ`î ye. Lê durûtiya navneteweyî ew li Efrînê û herêmên din kom kirin û hîna wan qebûl dikin.”

Hesen wiha pê de çû: “Ebû Hesen El-Muhacir li Cerablusê, Ebû Bekir El-Bexdadî li herêma di navbera Idlib û Efrînê de, Ebdullah Qardaşî li herêma di navbera Idlibê û Efrînê de, emîrê DAIŞ ê li Sûriyê li Efrînê hatin kuştin. Gelo ev nîşaneya çi ye? Mijar zelal e.”

Munîr Edîb jî destnîşan kir ku dewleta Tirk parastinê ji van koman re peyda dike, ji ber ku difikire, ev alî çi dixwaze dê pêk bîne û wiha domand: “Yanî dijminatiya van koman bi pêkhateya Kurd re heye. Her wiha pirsgirêkeke mezin a QSD`ê bi rêxistinên îslama siyasî yên li herêmê re heye. Tirkiye xwest hem li hember pêkhateya Kurd hem li hember QSD`ê rûbirûbûneke fireh pêk bîne. Beşek ji vê rûbirûbûnê veşartî ye û beşek jê yekser e bi rêya operasyonên leşkerî ku Tirkiyê dem demê pêk tîne. Neyekser bi rêya piştgiriya rêxistinên îslama siyasî yên li herêmê ku dijbertiya wan bi kurdan yan jî QSD`ê re heye.”

TEVÎ DIJBERTIYÊ LÊ KOMÊN TEROSÎT BI HEV RE DIJÎN

Ev kom hegemoya li herêmên dagirkirî di nav hev de parve dikin. Ruxmî dijbertiya di navbera DAIŞ û Nusra de jî lê dîsa tevgerên DAIŞ li herêmên Nusrayê, heye.

Têkildarî vê yekê Nûrhat Hesen got: “Komên li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de, xwedî fikrên DAIŞ`ê ne. Cudabûnek di navbera wan de tune ye, tenê DAIŞ li ser asta navneteweyî rêxistineke terorîst hatiye binavkirin. Lê mixabin piraniya komên din, ji aliyê navneteweyî ve hatine qebûlkirin.”

Hesen wiha berdewam kir: “Hûrasûdîn, Cebeht El-Nusra û Hizb El-Tirkistanî El-Islamî, ji bo piştgirtiya planên Tirkiyê li wir in. Tirkiye gelek caran hewl da navên van koman ji lîsteya terorê ya Amerîkayê derxe û di vê yekê de bi serket û navê Hizb El-Tirkistanî El-Islamî ji lîsteyê derxist. Navê Cebhet El-Nusra jî kir Cebhet Fetih El-Şam piştre Heyet Tehrîr El-Şam û ji El-Qaîde cuda kir. Lê nekarî ji lîsteya terorê derxe. Heman tişt bi Hurasûdîn re kir. Pêwîstiya Tirkiye bi wan kesên tundraw re heye da ku planên wê pêk bîne. DAIŞ du salan li ser sînorên Tirkiyê bûn û Tirkiyê bi wan re mijul dibû.”

DEWLETEK DIN A XÎLAFETÊ LI BER ÇAVÊN CIVATA NAVNETEWEYÎ

Nûrhat Hesen diyar kir ku dewleta Tirk di vê dawiyê de Heyet Tehrîr El-Şam anî Efrînê da ku herêm wêran bikin, şêniyên mayî jî koçber bikin, planên Tirkiyê pêk bînin û got; “Divê civata navneteweyî fêm bike ku li van herêman dewleteke din a “xîlafetê” ya DAIŞ`ê di bin parastina Tirkiyê de tê avakirin.”

Mûnîr Edîb jî got: “DYA`yê ji ber armanceke siyasî û leşkerî ku Rûsya bi bin bixe, destek da van komên tundraw. Rûsya heman tişt kir, dema ew tundrawan eniyeke cîhanê ji bo şer cihûyan û xaçparêzan ava kir, Rûsya desteka wan kir. Ji ber ku fêm dike ev enî dê derbên giran li DYA û hevalbendên wê yên cihû bide. Ew jî di vê yekê de bi ser ketin di êrişa 2011`an de.”

Edîb wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Tiştên ku Rûsya û Amerîka berê kirine, niha jî dikin. Madem ev kom berjewendiyên her duyan pêk bînin, çavê xwe ji desteka Tirkiyê ya bi wan koman re digirin. Ev destnîşan dike ku tu vîneke rastîn a civata navneteweyî li hember terorê nemaye. Heke hebe jî, li hember berjewendiyên siyasî yên erzan, bê wate dimîne.”

(şx)

ANHA