Li Mexribê yekem jin dibe serokwezîr

Fatme El Zehraa El Mensûrî yekemîn jin e ku di dîroka Mexirbê de dibe serokwezîr.

Li Mexribê yekem jin dibe serokwezîr
29 îlon, 2026   21:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Qiralê Mexribê Mihemed El Sadis, îro Fatme El Zehraa El Mensûrî weke serokwezîr tayîn kir û bi avakirina hikuemta nû erkdar kir.

Bi vê yekê Fatma El Zehraa El Mensûrî dibe serokwezîra yekemîn li welêt.

Tayînkirina Fatme El Zehraa El Mensûrî ku Koordînatora Giştî ya serokatiya komî ya Partiya Rastî û Modernîteyê ye, piştî serkeftina partiyê di hilbijartinên parlamentoyê yên 23’yê Îlonê pêk hat. Li gorî encamên dawî yên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Mexribê ve hatin ragihandin, partiyê di parlamentoyê de ji 395 kursiyan 97 kursî bi dest xistin.

Fatma li şûna Ezîz Exnûş ji bo serokatiya hikumetê hat tayînkirin. Berê wê wek Wezîra Plansaziya Neteweyî, Pêşvebirina Bajarî, Tamîrkirin û Siyaseta Bajarî kar kiriye, her wiha serokatiya şaredariya Marakeşê jî kiriye.

(f)