Festîvala Bazara Sûriyeyê bi dawî bû

Festîvala Yekemîn a Bazara Sûriyeyê di roja 5 ‘an de bi dawî bû.

Festîvala Bazara Sûriyeyê bi dawî bû
Festîvala Bazara Sûriyeyê bi dawî bû
Festîvala Bazara Sûriyeyê bi dawî bû
Festîvala Bazara Sûriyeyê bi dawî bû
Festîvala Bazara Sûriyeyê bi dawî bû
Festîvala Bazara Sûriyeyê bi dawî bû
Festîvala Bazara Sûriyeyê bi dawî bû
Festîvala Bazara Sûriyeyê bi dawî bû
29 îlon, 2026   22:02
QAMIŞLO

Piştî 5 rojan ji çalakiyên bazirganî, hunerî û lîstokî, Festîvala Yekemîn a Bazara Sûriyeyê bi beşdariya zêdetirî 60 şîrketên ji tevahî parêzgehên Sûriyeyê bi xelatkirinê bi dawî bû.

Festîvala ku li Parka Azadî ya Qamişloyê hatiye lidarxistin, pêşwaziyeke girse ji şêniyan wergirt. Di festîvalê de berhem, kel û pel hatin pêşandan, konsertên hunerî, çandî û lîstokî hatin lidarxistin.

Di festîvala îro de, hunermend Mihemed Sadûn û Îbo Can stran gotin.

Di roja 3’yemîn a festîvalê de hunermend Azad Bedran ê ji Bakurê Sûriyeyê amade bû, koma Tektat a Sûriyeyê di roja yekemîn de beşdar bû.

Festîval ji hêla Kampaniya Şemal a Reklamê ve bi hevkariya Gerînendeya Çandê ya Parêzgeha Hesekê hat lidarxistin.

(f)