Jinên Çilaxayê: Gelo bûyera şehîdkirina Sîpan Hiznî tê lêpirsînkirin?

Li Çilaxayê jinan got hikumeta veguhêz têkildarî lêpirsînkirina bûyera şehîdkirina Sîpan, Artêş, Şahîn, Ebdulezîz û şehîdên Kobanê tu daxuyanî nedane û destnîşan kir ku ew daxwaza edaletê dikin.

Jinên Çilaxayê: Gelo bûyera şehîdkirina Sîpan Hiznî tê lêpirsînkirin?
29 îlon, 2026   06:25
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Artêş, Şahîn, Sîpan Hiznî û Ebdulezîz Hesen bi xedarî hatibûn şehîdxistin. Li beramberî van bûyeran gel bertekan nîşan dide û daxwaz dike ku werin lêpirsînkirin. 

Fida Esaf bûyerên şehîdxistina şervanan şermezar kirin û got ji bo pêvajoya entegrekirinê were astengkirin û di navbera pêkhateyên herêmê de fitne derkeve, şehîd Artêş, Şahîn, Sîpan û Ebdulezîz hedef girtin û bûn sedema ku li Kobanê girtî xwe bişewitînin.

Di berdewamê de Fida Esaf got pêdiviya pêkhateyên Sûriyeyê bi yekitiyê heye û divê hikumeta veguhêz cidî bixebite heyanî ku herêmê biparêze.

Di dawiyê de Fidayê got heyanî heqîqeta wan bûyeran aşkera bibe û kujer werin cezakirin ew ê daxwaza edaletê bikin.

Celîla Ebdulrehman jî got di kesayeta wan şervanan de xwestin gelê Kurd hedef bigirin, ew daxwaz dikin gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe berde û nema daxwaza mafên xwe bike.

Celîlayê ji hikumeta veguhêz daxwaz kir ku bûyer qanûnî were lêkolînkirin û heqîqet were aşkerakirin.

Di dawiyê de Celîla Ebdulrehman got hikumeta veguhêz têkildarî lêpirsîna bûyerên şehîdxistina şervanan û bûyera Kobanê tu daxuyanî nedane û ew nizanin ka hikumet van bûyeran lêpirsîn dike yan na.

Meryem Xelef ji bo bûyerên li herêmê qewimîn got ew hewl didin şerekî navxweyî di navbera Kurd û Ereban de dest pê bike, ew vê yekê qebûl nakin û ew li hemberî bûyerên şehîdxistina şervanan û girtîgeha Kobanê bê deng namînin.

Di dawiyê de Meryem Xelef got ji bo ku edalet û wekhevî li Sûriyeyê çêbe divê kujer werin lêpirsînkirin û cezakirin.

(np)

ANHA