Parêzer: Divê zimanî kurdî di destûrê de wek zimanekî fermî were naskirin

Parêzeran diyar kir ku gelê Kurd li ser axa xwe dijî û daxwaz kir ku zimanê kurdî li kêleka zimanê erebî di destûra Sûriyeyê de bê bicihkirin û wek zimanekî fermî bê pejirandin ku di hemû saziyên dewletê de bê bikaranîn.

Parêzer: Divê zimanî kurdî di destûrê de wek zimanekî fermî were naskirin
29 îlon, 2026   05:10
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Bertekên li dijî biryara ku Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di 27`ê Tebaxê de derxistiye ku perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistnan heftane tenê bi 3 dersan sînordar kiriye, berdewam dikin. 

Parêzerên ji bajarên herêma Cizîrê ji ajansa me re li ser girîngiya naskirina zimanê kurdî bi destûrî û qanûnî, axivîn.

Parêzer Rovend Xelef diyar kir ku yek ji rexneyên herî berbiçav mijara pênaseya Kurdan e û diyar kir ku gelê Kurd li ser axa xwe dijî û ne tenê pêkhateyek an kêmneteweyek e, lewma bikaranîna têgeha kêmnetew mafên wan kêm dike.

Rovendê diyar kir ku her kes ferqa di navbera têgeha gel û têgeha kêmneteweyê de fêm dike û diyar kir ku perwerde û fêrbûna bi zimanê kurdî divê di hemû saziyên dewletê de fermî be û destnîşan kir ku dema ku têgeh bi rêk û pêk werin bikaranîn, mafên Kurdan dikarin werin pêkanîn. Her wiha diyar kir ku gelê Kurd beşeke gelê Sûriyeyê ye.

‘ÇARESERÎ DI BICIHKIRINA ZIMAN A DI DESTÛRÊ DE YE’

Parêzer Hesen Biro li ser Biryarnameya 13’an ku ji hêla serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şara ve di Çileya îsal de hatiye derxistin, axivî û got biryarname gaveke erênî ye, lê ew zimanê kurdî wek zimanekî neteweyî nas dike, ne wek zimanekî fermî.

Biro destnîşan kir ku zimanekî neteweyî tê wê wateyê ku kes nikare rê li ber kesekî bigire ku bi zimanê xwe biaxive, lê zimanekî fermî tê wê wateyê ku ew di saziyan, dibistanan û dadgehan de tê bikaranîn.

Hesen Biro got divê ev kêmasî bi bicihkirina zimanê Kurdî di destûrê de, bi rêya xebata bi parlemento, partiyên siyasî û hêzên Ereb re, were çareserkirin û wan bike hevkarên destnîşankirina vî mafî di destûrê de, da ku Kurdî li seranserê Sûriyeyê bibe zimanekî fermî.

Biro pêşniyar kir ku hem kurdî û hem jî erebî bibin zimanên fermî li Sûriyeyê û di hemû saziyên dewletê de werin bikaranîn.

Hesen Biro her wiha destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd hîn di daxuyaniya destûrê de nehatiye behskirin û da zanîn ku pênasekirina dewletê wek "Komara Erebî ya Sûriyeyê" tê wê wateyê ku tenê yek gel tê naskirin û hebûna gelên din tê înkarkirin. Biro ev nêzîkatî wek siyasetên erebîzmê yên ji destûra 1970`yî pênase kir.

(k)

ANHA