Balafireke leşkerî ya Rûsyayê ket: 6 kes mirin

Balafireke leşkerî ya Tu-95 a Rûsyayê di dema perwerdehiyê de li herêma Amur ket xwarê. Di encamê de 6 endamên tîmê mirin û yek birîndar bû.

Balafireke leşkerî ya Rûsyayê ket: 6 kes mirin
29 îlon, 2026   17:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku îro balafireke leşkerî ya Tu-95 a Rûsyayê li herêma Amur a rojhilata Rûsyayê ket xwarê. Di encamê de 6 endamên tîmê mirin û yek birîndar bû.

Ajansa nûçeyan a Rûsyayê (TASS)  ku agahiyên xwe dispêre wezaretê îşaret pê kir ku balafir di dema firîna perwerdehiyê de ketiye xwarê û destnîşan kir ku ew li devereke mirov nîn in ketiye xwarê.

Wezaretê da zanîn ku li gorî agahiyên destpêkê 6 endamên tîmê mirine, di heman demê de kesek jî birîndar bûye, rakirine navendeke tibî.

(f)