Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 7 kes hatin kuştin

Hate zanîn ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 7 kes hatin kuştin û birîndar jî hene.

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 7 kes hatin kuştin
29 îlon, 2026   22:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên bijîşkî ragihand ku di êrişa balafira bê mirov a bi çek a Îsraîlê ya li dijî kombûneke sivîlan a li kampa Helawa ya rojhilatê Cibalyayê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.

Hate ragihandin ku li kolana Nefeqê ya taxa Tifahê ya rojhilatê Xezayê de di êrişa balafira bêmirov a bi çek a Îsraîlê ya li ser malekê de kesek hat kuştin û hin kes birîndar bûn.

Li taxa Nesir a rojavayê bajêr jî di êrişa li dijî avahiyekê de 2 kes hatin kuştin û hin birîndar bûn.

Li kolana Selahedîn a rojhilatê Der Belehê ya naversata Xezayê di encama gulebarana hêzên Îsraîlê de kesek hat kuştin. Li herêma rojhilat bajar a di bin kontrola Îsraîlê de operasyonên xirabkirina avahiyan pêk anîn.

Hate zanîn ku jinek ku di êrişa beriya çend rojan li ser kampa Mewasî ya başûrê bajêr de bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

(bb)